Hewlêr (Rûdaw) – Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de bo cara yekemîn yek ji balafirên herî pêşketî û biha bikar anî. Navê wê balafira jêhatî, “F-22 Raptor” e.
Amerîka piştî ku li Iraqê çeper û çekdarên DAIŞê da ber bombeyan li Sûriyê jî navendên wê rêxistina radîkal ji hev belav kir lê li Sûriyê bo cara yekemîn Amerîka balafireke şer bikar anî ku ji hemû balafirên din pêşketîtir û bihatir e.
Navê wê balafirê Lockheed Martîn F-22 Raptor e ku bi kurtî jê re dibêjin F-22 Raptor. Tenê pîlotek dikare tê de rûnê. Leza wê balafirê ji lez pêlên deng jî zêdetir e‼
F-22 Raptor dikare yekser berê xwe bide asiman û bi lezatiya 3200 kîlometr di saetekê de bifire.
Bilindahiya wê balafirê zêdetirî 5 metran e, dirêjahiya wê 19 metr e. giraniya F-22 Raptorê 14000 kîlo ye lê dikare du caran hindî giraniya xwe çek û bar hilgire.
Li pêşiya pîlot panêlek bi navê Cockpît heye ku pîlot bi wê panêlê ku ji camê hatiye çêkirin, balafirê kontrol dike.
F22 dikare xwe ji radarê veşêre û hêza beramber (mînak dujmin) ji rabûna wê jî haydar nebe. Ev balafir dikare gellek bombe hilgire û ji 25 kîlometran de li hedefê bide.
Pisporên leşkerî dibêjin, balafira F22 şoreşek di pîşesaziya balafiran de ye.
F22 sala 1988an ji aliyê hêzên asimanî yên Amerîka ve dest bi çêkirina wê balafirê hat kirin. Ew balafir ji sala 2005an ve tê bikaranîn. Nirxa F-22 Raptorê 150 milyon dolar e.
Pentagonê 67 milyar dolar ji bo çêkirina 195 balafirên F22 terxan kiriye. Li gorî pisporan ew balafir dikare heta 40 salên din jî tevlî şer bibe.
Helbet hinek taybetmendiyên xirab ên balafira F22 jî hene. Yek ji wan ew ku bandorek xirab li ser pilot dike çimkî heta niha çend pîlotên vê balafirê di dema firînê de hafizeya xwe ji dest dane û her tişt ji bîra wan çûye hinek jî di dema firînê de neçar mane bilez daynin.
Li gorî qanûnên Amerîkayê, nabe balafira F22 were firotin û hinartina wê jî qedexe ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse