ENKSyê bangî Kurdên li Kolnê kir: ‘Piştgiriya Bêrîvan Aymazê bikin’
Hewlêr (Rûdaw) – Nûnertiya Ewropayê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) bi namzeda Partiya Keskan a Şaredariya Kolnê Bêrîvan Aymazê re hevdîtinek kir.
Şandeyeke Nûnertiya Ewropayê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) li ser vexwendineke fermî bi rayedarên Partiya Keskan a Almanyayê re civiya.
Di civînê de ji bo doza Kurdan li Sûriyeyê û ji bo namzeda Kurd a Şaredariya Kolnê Bêrîvan Aymazê piştgirî hat xwestin.
Şandeya ENKSyê ku ji Serokê Nûnertiyê Ebdulkerîm Hacî, endamê Desteya Serokatiyê Mihemed Emîn Omer û endama Ofîsa Peywendiyan Şehnaz Hamidê pêk dihat, bi Seroka Koma Partiya Keskan a li Parlamentoya Almanyayê Katerin Droge û namzeda partiyê ya Şaredariya Kolnê Bêrîvan Aymazê re hevdîtinek pêk anî.
Mijarên sereke yên civînê
Li gorî daxuyaniya ENKSyê, di civînê de çend mijarên girîng hatin gotûbêjkirin.
Şandeyê bangî Partiya Keskan kir ku piştgiriya doza Kurdan a li Sûriyeyê di vê qonaxa hestyar de bidomîne û alîkariyên siyasî û mirovî zêde bike.
Her wiha şandeyê bangî civaka Kurdî ya li bajarê Kolnê û derdora wê kir ku bi awayekî girseyî beşdarî hilbijartinan bibin û piştgiriyê bidin namzeda Kurd Bêrîvan Aymazê.
Di hevdîtinê de her du aliyan li hev kir ku hevdîtinên xwe bidomînin û kanalên ragihandin û hevkariyê ji bo xizmeta dozên hevbeş xurtir bikin.
Nûnertiya Ewropayê ya ENKSyê tekez kir ku ev hevdîtin di çarçoveya hewlên ji bo "xurtkirina hebûna Kurdan a li qada Ewropayê û piştgiriya peywendiyên bi hêzên siyasî yên Almanyayê re" pêk hatiye da ku deng û pirsgirêkên rewa yên civaka Kurdî bigihînin forumên demokratîk.
Di dawiyê de, nûnertiyê bangî civaka Kurdî kir ku di hilbijartinên herêmî û federal de piştgiriya xwe ji bo hemû namzedên Kurd nîşan bidin.
#WÊNE - Nûnertiya Ewropayê ya ENKSyê bi Bêrîvan Aymazê re civiya
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 26, 2025
Nûnertiya Ewropayê ya ENKSyê namzeda Partiya Keskan a Şaredariya Kolnê Bêrîvan Aymazê re hevdîtinek kir
Di heyeta ENKSyê de Serokê Nûnertiyê Ebdulkerîm Hacî, endamê Desteya Serokatiyê Mihemed Emîn Omer û endama… pic.twitter.com/AZvnNcI5m7