Li New Yorkê konferans: Li Sûriyeyê bawerî bi desthilatê nemaye

New York – (Rûdaw) - Li New Yorkê, di konferanseke taybet de rewşa Sûriyeyê ya piştî rûxandina rejîma Esed hat nirxandin.

Beşdaran bal kişandin ser wê yekê ku tevî guhertina alayê jî, helwesta li hemberî pêkhateyan û mafên wan wekî berê maye.

Zehra El Berazî: Peymana civakî şikestiye

Şêwirmenda Hikûmeta Sûriyeyê Zehra El Berazî di konferansê de daxuyaniyên balkêş dan û got, "Li Sûriyeyê ti peymaneke civakî nemaye.

Hebûna pêkhateya civakî li wî welatî bi temamî şikestiye û xelk baweriyê bi desthilatê nayîne.

Bawerî ne bi pêvajoyê, ne bi tedbîran, ne bi saziyên hikûmetê û ne jî bi civaka navneteweyî maye."

Nîqaşên li ser dadweriya veguhêz

Rêveberê Tora Sûriyeyê ya ji bo Mafên Mirovan, Fadel Abdulganî, li ser mijara darizandina tawanbaran got, "Bi nêrîna min, divê dadweriya veguhêz heyama ji 2011an heta Kanûna Yekem a 2024an li xwe bigire.

Eger dem were dirêjkirin, dê hejmara dosyeyan zêde bibe û ev yek dê bibe sedema têkçûnê."

Parêzerê navneteweyî David Tafuri jî tekezî li ser girîngiya dadweriyê kir û got, "Eger tu nikaribî mijara tawanan çareser bikî, tu nikarî bibî welatekî demokratîk û baweriya xelkê bi dest bixî.

Ev ne tenê tawanên piştî 2011an lê yên beriya wê jî li xwe digire. Esed dîktator bû û reftarên xerab li hemberî neteweyên wekî Kurdan dikir.

Divê kesên ku alîkariya wan tawanan kirine jî werin darizandin."

George Stifo: Divê navê dewletê hemû pêkhateyan li xwe bigire

Endamê Ofîsa Cîbicîkar a Rêxistina Demokratîk a Asûriyan, George Stifo, li ser nasnameya dewletê rawestiya û got, "Navê Sûriyeyê navekî dîrokî ye ku vedigere hezaran salan.

Dema te digot Sûriye, hemû welatî di nav de bûn. Lê dema ku tu komeke neteweyî li navê dewletê zêde dikî, wê demê tu mafê neteweyên din dixwî."