Tirkiye û Amerîkayê peymaneke hevkariya atomî îmze kir
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê ragihand ku wan bi Amerîkayê re Peymana Hevkariya Atomî ya Sivîl a Stratejîk îmze kiriye.
Peyman di çarçoveya serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a Koşka Spî de û di civîna wî ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re de hat îmzekirin.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar li ser hesabê xwe yê Xê derbarê mijarê daxuyaniyek belav kir.
Alparslan Bayraktar diyar kir ku wan bi vê peymanê re pêvajoyeke nû daye destpêkirin ku dê hevkariya kûr û piralî ya di navbera Tirkiye û Amerîkayê de di warê enerjiya atomî de kûrtir bike.
Alparslan Bayraktar di parvekirina xwe de anî ziman:
"Em beşdarî civîna Serokkomarê me Birêz Erdogan û Serokê Amerîkayê Birêz Donald Trump a li Koşka Spî bûn.
Piştî civînê, me li gel Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Birêz Marco Rubio, li ber çavê her du serokan, Peymana Hevkariya Atomî ya Sivîl a Stratejîk îmze kir.
Ez hêvî dikim ku karên ku dê di çarçoveya peymanê de werin kirin, di demên pêş de ji bo her du welatan jî bibin sedema berjewendiyên dualî."