Krîza meaşan a Amerîkayê: Pentagon ji bo leşkeran alîkariyê kom dike
Hewlêr (Rûdaw) - Li Amerîkayê ji ber nîqaşên li ser budceyê rawestandina karên hikûmetê didome.
Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) ji bo dayîna meaşên leşkeran di nava zehmetiyan de ye û dest bi wergirtina bexşînan kir.
Wergirtina bexşînê ji bo dayîna meaşan bû sedema nîqaşan.
Derbarê "ka gelo wergirtina 130 milyon dolar bexşîn ji aliyê Pentagonê ve çi qas etîk e" nêrînên cuda derketine holê.
Medyaya Amerîkayê cih da wan nûçeyan ku dibêjin nediyarbûna çavkaniya bexşînê li her du baskên Kongreyê jî bûye "sedemeke bingehîn a fikaran" û etîkbûna bexşînê tê pirsîn.
Serok û Birêvebirê Giştî yê Hevkariya Xizmeta Giştî Max Stier ku saziyeke bêalî ye, wergirtina vê bexşîna ku çavkaniya wê ne diyar e wekî "dînîtiyê" bi nav kir û bang kir ku "yasayîbûna alîkariyê were pirsîn û mijar zelaltir be".
Li gorî nûçeya USA Todayê, dê di vê heyamê de meaşê nêzîkî 46 hezar leşkerên "du-statû" ku wekî teknîsyenên leşkerî dixebitin, berovajî endamên din ên artêşê, neyê dayîn.
Li gorî rêziknameya Pentagonê, ji bo wergirtina bexşînên ji 10 hezar dolarî zêdetir, divê were zelalkirin ka kesê bexşînê dide berê ti daxwaz ji Wezaretê kirine yan na û divê bi rayedarên komîteya etîkê were şêwirîn.
Pentagonê piştrast kir ku wan alîkarî di bin "desthilata giştî ya wergirtina bexşînê" de wergirtiye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî di çalakiyekê de li Koşka Spî li ser kesê ku 130 milyon dolar bexşiye got, "Ez ji kesên wiha re dibêjim welatparêz."
Trump anî ziman ku ew kes "hevalê" wî ye lê "naxwaze navê wî were zanîn".