Li kampusa zanîngehekê êrişa biçekan: Kesek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li kampusa Zanîngeha Lincolnê ya li eyaleta Pensîlvanyayê ya Amerîkayê di êrişeke biçekan de kesek mir û 6 kes jî birîndar bûn.

Êrişa bi çekan li baxçeyê avahiya Zanîngeha Lincolnê hat kirin ku pîrozbahiya derçûnê ya xwendekaran lê dihat lidarxistin.

Di encama êrişa ku derdora saet 21:30î bi dema herêmê hat kirin de kesek mir û 6 kes jî birîndar bûn.

Dadwerê herêmê Christopher de Barrena-Sarobe di daxuyaniyekê de da zanîn ku çekdar hatiye desteserkirin û rayedar li ser îhtimala ku ji yekê zêdetir êrişkar hebin, lêkolînê dikin.

Christopher de Barrena-Sarobe diyar kir ku li ser êrişê hîn agahiyên têr di destê wan de nînin lê ew di vê qonaxê de îhtimala ku ev êrişeke biçekan a komî be ji holê ranakin.

Derbarê rewşa birîndaran ti agahî nehatin parvekirin.