Medyaya biyanî: “Stalînê Kurd” şerê DAIŞê dike!

26-11-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Dusseldorf (Rûdaw) – Medyaya biyanî bala xwe dane ser şibandina ku di navbera fermandeyê Pêşmerge û alîkarê Serokê PAKa Rojhilat Hisên Yezdanpenah û serokê berê yê Sovyeta kevin Josef Stalîn û dibêjin, “Stalînê Kurd şerê DAIŞê dike”.

Ev demeke ku wêneyên cîgirê serokê Partiya Azadî ya Kurdistanê PAK (Rojhilatê Kurdistanê) Hisên Yezdanpenah di torên civakî de tên belavkirin. Kesên ku wî nas nekin, xwe di xewnekê de hîs dikin; Gelo Josef Stalînê serokê Sovyeta Berê zindî bûye?

Vê şibandina wêneyên Hisên Yezdanpenah û Josef Stalîn bala medyaya cihanê jî kişandiye û heta niha çendîn navdartirîn dezgehên medyayî yên cîhanê behsa “Stalînê kurd“ ku li Başûrê Kurdistanê şerê DAIŞê dike, dikin; di nav wan de DAILY MAIL ya brîtanî, FOCUS ya almanî, SPUTNIK ya rûsî û gellekên din.

Li ser malpera “Novosti. Kak jest” ya rûsî, xwendevanek di wê baweriyê de ye ku “artêşa Kurdistanê di bin rêveberiya vî fermandarî de dikare bigihij Berlînê jî!” Yekî din bawer dike ku Stalîn vegeriyaye…

Yekî almanî jî li ser Twitter gotiye: “Bi vî serokî wê Kurd li hemberî DAIŞê bi ser kevin”.

Kovara FOCUS jî matmayî ji xwendevanên xwe dipirse: Ma ewqas tesadûf dibe qey?

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst