Navenda Nûçeyan – Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un li ser kirîza Sûriyê û detswerdanên Tirkiyê li wî welatî, gef li Enqerê kir. Hat îdiakirin, Kim Jon-un gef kiriye, ku bi çekên atomî êrişî Tirkiyê bike.
Derbarê wê yekê de malpera Azerbaycanê ya bi navê Bizimyol.info nûçeyek belav kiriye.
Li gor nûçeya wê malperê, Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un li ser xistina balafira şer a Rûsya ji aliyê Tirkiyê ve, gef kir ku bi bombeyên atomî êrişî Tirkiyê bike.
Di nûçeyê de hat gotin, ku Kim wiha gotiye: “Eger Sûriye were bombebarankirin, ez dê bi bombeyên atomî Tirkiyê li ser erdê reş bikim.”
Artêşa Tirkiyê pêr roja sêşemî 24ê Mijdarê balafireke şer a Rûsya ji curê SU-24 li nêzîkî sînorê Sûriyê xist xwarê.
Tirkiyê ragihand, ku balafira rûsî sînorê Tirkiyê derbas kiribû û derbasî esmanê wî welatî bibû û ji ber wê çend caran hat agahdarkirin, lê ji ber ku guh nedabû hişyariyan, bi roketê hat xistin.
Rûsyayê ew daxuyaniya Tirkiyê red kir û tekez kir, ku balafira wan di nav axa Sûriyê de bûye û bi ti awayî derbasî esmanê Tirkiyê nebûye.
Di encama ketina balafira rûsî de pîlotekî rûs ji aliyê milîsên tirkmen ên ku Tirkiye piştgîriyê dide wan, hat kuştin, lê pîlotek bi navê Konstantin Murakhov di operasyonekê de ji aliyê komandoyên Rûsya û Sûriyê ve hat rizgarkirin.
Serokê Koreya Bakur bi daxuyanî û helwestên xwe yên tund li hemû cîhanê navdar e.
Di dema Yekîtiya Soviyetê de, ji ber sedemên îdeolojiya hevbeş û beşdarbûn di blokekê de, têkiliyên navbera Koreya Bakur û Rûsya gellek nêzîk û germ bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse