Atîna (Rûdaw) - Li peravên Yûnanistanê hejmareke zêde ji penaberên Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê hene, rewşa wan pir xrabe.
Niha hijmarek kesên ku dixwazin derbasî welatên ewropayê bibin dîsa li kempên Ywnanê asê mane û li benda derbasbûnê ne.
Niha Yunan bûye welatê ku koçber lê kom dibin û ji wir berê xwe didin welatên cur bi cur yên Ewropa.
Ji berê de Yunan welatê kombûna koçberan bû.
Ji Sûriyê, Iraqê, Tirkiyê, Îranê, xelkê bi qaçaxê berê xwe dida Yunanê, li wir jî diman heta ku qaçaxciyekî saxlem didîtin diçûn welatên din.
Niha li Yûnaistanê koçber kurd li benda riyekê ne ku ji Yûnanistaê derkevin û biçin li welatekî din yê Ewropa bi cih bibin.
Penaber dibêjn, ku berdewam penaberên din yên li Yûnanistanê êrişî wan dikin û wan brîndar dikin.
Jinekî xelka Mûsilê ji Rûdawê re diyar kir ku merê wê ş keçekê wê ji aliyê çekdarên rêxistina DAIŞê ve hatine kuştin û herwiha kurekî wê jî niha windaye.
Wê pîrejinê got, wê ji bo mafê penaberiyê serlêdana Norweçê kiriye lê ew daxwaza wê nehatiye qebûlkirin û ew niha dixwaze here Almanyayê.
Hikumeta Yûnanistanê jî ji alyê xwe ve alîkariyê pêşkêşî wan nake. Penaber dixwazin hikûmeta Yûnaistanê rê ji wan re vekin, ji bo ku ew bikarbin biçin welatên din yên Ewropayê.
Koçberekî ji Başûrê Kurdistanê jî got ew li gel hevjîna û 4 zarokên xwe hatiye koçber bûne û heta gihane Yûnanistanê 30 hezar dolar xerc kirine û tevî vê yekê ew ne poşmane, çimkî li Herêma Kurdistanê kirîza darayê heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse