Hewlêr (Rûdaw) - Hejmareke endamên Encûmena Nûneran a Fransayê projeyasayak bo jînosîd nasandina tawanên hikûmeta Baesê yên beramaberî gelê Kurdistanê amade kir û daxwaz dikin, ku hikûmeta welatê wan wek dostekî Kurd, itîrafê bi jenosîd, kîmyabaran, Enfal û raguhestina Kurdan bike.
“Fransa, dosta gelê Kurd, welatek ku divê ji hemû welatên zêdetir wateya jenosîdê bizane, bi çavekî mezintir tawaneke bi vî rengî ya li dijî mirovahiyê bibîne.” Ev hevok beşek e ji wê projeyasayê ye ku bo Parlamentoya Fransayê hatiye pêşkêşkirin bo ku “jenosîda Kurdan a li Iraqê” bê naskirin.
Biryar e îro, 26/11/2021, Parlamentoya Fransayê rûniştineke taybet saz bike û beşek jî ji bo dengdana li ser wê projeyasaya taybet bi gelê Kurd dibe û eger dengên endamên parlamentoyê bidest bixe, komkujî û êrişên li dijî Kurdan ên li Başûrê Kurdistanê wek jenosîd tê naskirin.
Ew projeyasa ji aliyê 16 parlamenteran ve hatiye pêşkêşkirin ku Serokê Partiya Yekîtiya Demokrat Jan Kristof Lagard yek ji wan e û ji aliyê wî ve hatiye amadekirin.
Di projesyasayê amaje bi raporta Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) û rêkeftina Cinêv a taybet bi jenosîdê hatiye kirin û hatiye tekezkirin ku armanca rejîma Iraqê ya wê demê jinavbirin û jenosîda gelê Kurd bûye “niyaz û kiryar hev digirin, tawana jenosîdê bi temamî hatiye cîbicîkirin.”
Di projeyasayê de daxwaz ji hikûmeta Fransayê hatiye kirin ku vê jenosîdê nas bike û piştevaniya qerebûkirina ziyana qurbaniyan û malbatên wan bike.
Parlamentoya Fransayê li ser jenosîdnasandina komkujiya li dijî #Kurd`an a li Başûrê #Kurdistan`ê deng dide pic.twitter.com/HWLHi3awdX
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 26, 2021
Projeyasaya naskirina jenosîda dijî Kurdan:
Pêwîst e Encûmena Nûnerên Fransayê;
Yekem: Tawanên hikûmeta Iraqê beramber Kurdan wek jenosîd û tawanên dijî mirovayetiyê bide nasîn
Duyem: Jenosîd û tawanên dijî mirovayetiyê şermezar bike û piştîvaniya xwe bo gelê Kurd tekez bike
Sêyem: Daxwazê ji hikûmeta Fransayê bike daku bi fermî wan tawanên hikûmeta Iraqê beramberî Kurd kirine, bi tawanên dijî mirovayetiyê û jenosîdê bide nasîn û şermezar bike
Çarem: Daxwazê ji hikûmeta Fransayê bike, eger pêwîst kir, di çarçoveya peywendiyên dualî û firealî ligel Iraqê kar bike, da ku derd û êşên Kurdan û endamên malbatên qurbaniyan ku dîtine qerebû bike
Projeyasa bi vî rengî ye:
Hejmar 4622
Komeleya Niştimanî
Destûra 4 Cotmehê
Pêncemîn Xola Yasayî
Roja 29 Cotmeha 2021ê, li Serokatiya Komeleya Niştimanî hatiye tomarkirin.
Proje-Biryar
Ji bo naskirina jenosîda Kurdan li Îraqê
Ji aliyê van berêzan ve hatiye pêşkêşkirin:
Jean-Christophe LAGARDE, Meyer HABIB, Guy BRICOUT, Sophie MÉTADIER, Agnès THILL, Béatrice DESCAMPS, Pierre MOREL-À-L’HUISSIER, Michel ZUMKELLER, Grégory LABILLE, Valérie SIX, Philippe DUNOYER, Philippe GOMÈS, François PUPPONI, Pascal BRINDEAU, Thierry BENOIT, ku endamên Parlemanê ne.
Diyarkirina Sedeman
Gelî rêzdaran,
Ji demeke dirêj ve, Kurd qurbaniyên tundûtûjiyan û zordestiyên siyasî û kultûrî bûne. Ji ber ku ew hatibûn înkarkirin ji aliyê Peymana Lozanê ya sala 1923yan ve ku derfeta wê yekê ji wan hatibû standin ku bibin xwediyê Dewleteke Kurdî, wekî ku di Peymana Sevrê de ya sala 1920 de hatibû, ew ji wê demê ve, bi berdewamî, ji aliyê Dewletên cuda ve tên armancgirtin.
Li Îraqê, rewşa Kurdan pir xirab bû ji sala 1969an ve, piştî gihiştina Partiya Ba`is bo desthilatê û wergirtina Sedam Hisên postê cîgirê Serokê Komara Îraqê bi salekê.
Di pey wê re siyaseteke tund a Erebkirinê, koçberkirina bi darê zorê ya nişteciyan, îdamkirinên pilankirî û rewşa şer a nav bi nav destpê kir.
Bi vî şêweyî, di Adara 1971ê de, di destûra nû ya Partiya Be`is de hatibû ku divê ji vir û pêve Kurd tevlî “ yekîtiya siyasî û civakî ya Welêt” bibin, û herwiha “ divê Îraqê di çarçoveya Welatê Erebî de qebûl bikin”. Ev neçarkirin hîn bêhtir hat bihêzkirin bi riya beyana “ nasnameya Erebî ya xaka Kurd” di dema lidarxistina sêyemîn kongreya partiya navborî de.
Sala 1972yan, sala xwemalîkirina Petrolê bûye, ku semyanê sereke ya Îraqê ye, û sala “Erebkirina” parêzgeha Kerkûkê bûye, ku bi taybetî di riya dûrxistina 2500 karkerên Kurd ji karên wan di wê sektorê de hate encamdan.
Piştî tundbûna aloziyan, û ragihandina tekalî derbarê yasaya otonomiya Kurd de, ku rêveberiyeke têkel li jêr kontrola hikûmeta Îraqê de li xwe digirt, di sala 1974an de, şoreşeke duyem a Kurdan destpê kir.
Bila em li bîr bînin ku, di sala 1970yî de, Partiya Be`is xwe pabend kiribû bi qebûlkirina ku Îraq ji 2 Neteweyan pêk tê, û otonomiyê ji bo herêma Kurdistanê, û Kurd wekî pêkhateyeke ku nayê dabirîn ji tevahiya Îraqê, û dirustkirina herêmeke Kurdî, ku zimanê wê dê bi fermî were qebûlkirin di rêveberiyên herêmî û saziyên perwerdeyî de.
Bi rastî, Sedam Hisên ne bi niyaz bû ku destkeftên wiha bide Kurdan, û ev danûstandin tenê ji bo wê yekê bûn ku sûdê ji demê werbigire heta ku şiyana Îraqê bihêz bike.
Di demekê de, ku Îranê piştevaniya Kurdan dikir û wan zehmetî li pêş hêzên çekdar ên Îraqê derdixistin, roja 6ê Adara 1975an, Sedam Hisên qebûl kir ku dest ji hin mafan li Şet el-Ereb ji bo Îranê berde, li hember ku Îran piştevaniya Kurdan bidawî bîne. Di encam de, General Mistefa Barzanî û şervanên wî neçar bûn ku şer rawestînin û penaber bibin.
Paşê, di nav 3ê salan de, bi sed hezaran Kurd ji bakurê Îraqê hatin koçberkirin û ji bo parçeyên din ên welêt, bi taybet ji bo başûrê Îraqê hatin veguhestin. Di proseseke berûvajî de, malbatên Ereb hatin vexwendin da ku biçin û li wan navçeyan cîbicî bibin da ku Kurdistan bê “Erebkirin”.
Di nav salên 1979an û 1983yan de, piştî ku Sedam Hisên dest danî li ser desthilatê, ristek ji komkujiyan hatin encamdan heta ku rojekê 8000 Kurd ji devera Barzan, warê rêberê “ Şoreşa Kurdî” hatin qirkirin.
Di demekê de ku siyasetên Îraqî yên ku ji sala 1969an ve hatibûn meşandin nikarîbûn “ Pirsgirêka Kurd” ji binî ve çareser bikin, Elî Hesen el-Mecîd, pismamê Sedam Hisên, di Adara 1987an de, wekî Serokê Ofîsa Karûbarên Bakurê Îraqê (Kurdistan) hat destnîşankirin û tevahiya desthilatan wergirtin da ku “Çareseriya Dawiyê” cîbicî bike.
Ji kêlîka vê destnîşankirinê ve, prosesên derbiderkirinê, wêrankirina gundan û veguhestina nişteciyan ji bo kampan tundtir bûn.
Ji meha Nîsanê ve, yekemîn taqîkirinên kîmawî hatin kirin û derket ku ew karîger in, di nav de taqîkirinên ku li dola Balîsan hatin encamdan ku bûn sedema kuştina 400 kesî, û hejmarek birîndar jî, ku dema reviyan rastî wê kîmyabaranê hatin.
26ê Gulana 1987an, Hesen Elî el-Mecîd berpirsên Partiyê civandin û got: “ Her dema ku me prosesên koçberkirinê qedandin, em ê dest bi êrîşa li dijî wan ] Pêşmerege [ bikin, li her cihî. (…) Em ê wan dorpêç bikin di bêrîkên biçûk de, û em ê bi çekên kîmawî êrîşî wan bikin. Ez ê ne tenê yek rojê bi çekên kîmawî êrîşî wan bikim, ez ê 15 rojan êrîşê bo ser wan bidomînim. (…) Min ji hevalên şareza re gotiye ku pêwîstiya min bi tîmên taybet li Ewropayê heye da ku tevahiya wan kesên (Kurdên rikaber) ku bikaribin bigihêjin wan bikujin. Ez ê vê yekê bikim, bi alîkariya Xwedê. Ez ê wan têkbişkînim û bidim dûv wan heta Îranê. Êdî ez ê ji Mûcahidîn ]Mucahidîn Xelq ya Îranê[ bixwazim ku li wir êrîşî wan bikin.”
Paşê, Elî Hesen el-Mecîd biryara ragihandina navçeyên qedex derxist ku 1000 gundên Kurd vedigirtin û ferman da hêzên çekdar ku her mirovekî yan ajelekî ku li wan navçeyan hebe bikujin.
Di pey vê biryarê re, biryareke duyem hat dayin ku di nav de “Nexşeriya” jenosîdê hebû.
Bi mebesta bilezkirina prosesê û piştrastkirina çalakiya metoda xwe, Serokê Ofîsa Karûbarên Bakurê Îraqê dest bi operasyonên Enfal kir ( Xenîmet/ bidestketiya ku ji mal û milkê “kafiran” tê bidestxistin) ku di navbera 23yê Sibat û 6ê Îlona 1988an de hatin encamdan. Ev operasyon lûtkeya jenosîda plankirî li dijî Kurdan bû û ji encama wan operasyonên koçberkirin, wendakirinên bikom, bombebarankirinên bi çekên kîmawî û îdamkirinên bê dadgehkirin hatin kirin.
Roja 25ê Tebaxê, 200000 serbazên Îraqî, ku di nav 16 fîrqeyan de hatibûn komkirin û fewceke taybet bi çekên kîmawî û bi piştevaniya balafiran “Kampaniya Pakkirina Dawî” ji devera Behdîna, navçeya Kurdî li ser sînorê Tirkiyê, destpê kir.
Tevî ku operasyona Enfal bidawî hat, kiryarên wêrankirinê domandin, bi taybet li bajarê Qeladuzê, ku kiryara mezin a dawî bû ji bo çareserkirina “Pirsa Kurd” û ya ku bubû sedema hilweşandina komîteya Karûbarên Bakur ya Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê û ibtalkirina desthilatên taybet ku ji bo Elî Hesen el-Mecîd hatibûn dayin.
Bila em libîr bînin ku di komkujiyên bajarê Helebçe de, di Adara 1988an de, ku çend kîlometreyan ji sînorê Îranê dûr e, 5000 Kurd di nava çend demjimêran de hatin kuştin di êrîşên kîmawî de ku ji aliyê balafirên şer ên artêşa Îraqê ji corê Mig û Mirage ve hatibûn kirin, ji wan 3200 qurbaniyên bê malbat di goreke hevbeş de hatin veşartin.
Her çi qas cîhanê bi van komkujiyan zanîbû jî, lê ti fişara navdewletî ya karîger li ser Îraqê nehat kirin da ku rêgiriyê li êrîşên nû bike.
Piştî 6 mehan ji vê komkujiyê, Amerîka 1 Milyar Dolar pêşkêşî Sedam Hisên, hevpeymanê Welatên Rojavayî li hember Komara Îslamî ya Îranê, kirin.
Ev destperdana navdewletî careke din dubare bû, dema ku Erebên Şîe û Kurd, ku ji aliyê Serokê Amerîka ve hatibûn handan ku serî hildin ji bo xistina desthilata Ba`isî ya Sedam Hisên, di nav xwînê de hatin perçiqandin û neçar bûn ku koçber bibin û bi vê yekê kirîzên mirovî li Îran û Tirkiyê çêbûn.
Tenê roja 5ê Nîsana sala 1991ê, Encûmena Asayişa Navdewletî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî biryara hejmar 688 sepand ku armanc jê ferzkirina navçeyeke dijî firînê bû, û rawestandina pêşketina artêşa Îraqê bû û rêdan bi operasyona mirovî ya bi navê “Provide Comfort “ bû ku nîşanek bû ji bo dirustkirina herêmeke nîv-serbixwe li çiyayên Kurdan.
Ew rojên reş bûne sedema encameke wêranbar, ji ber ku 90% ji gundên Kurdan û derdora 20 bajarok û bajar hatin wêrankirin, her wiha şiyanên girêdayî çandiniyê û ajeldariyê jikar ketin bi sedema danîna 15 milyon mîn li nav zeviyên herêmê. Di ser de jî, 1 milyon û 500 hezar cotyar di nav kampan de hatin cîbicîkirin. Bi tevahî, ji sala 1974an ve, ne kêmtirî 400000 Kurd jiyana xwe ji dest dan, nîvê wan wekî winda hatin hesabkirin, ku 10% ji nişteciyên Kurd ên Îraqî bûn.
Zêdebarî vê, bombebarankrinên kîmawî bandorên giran li ser tendirustiya Kurdan hiştin (her wekî korbûn, jiberçûna zarokan, şêwandinên zikmakî).
Dûr ji operasyonên sade li dijî serhildanekê, gelê Kurd bi tevahiya xwe bû armanca jinavbirinê.
Di Kanûna yekem a sala 2005an de, komkujiyên li dijî Kurdan wekî jenosîd hatin naskirin ji aliyê Dadgeha La Haye ve û ji aliyê dadgeha taybet a Îraqî ve, di Hezîrana sala 2007an de de. Elî Hesen el-Mecîd, ligel 2 berpirsên din ên Îraqî bi cezayê îdamê hatin hikumkirin bi gunehê jenosîda li dijî Kurdan.
Heta piştî ketina Sedam Hisên jî, her Kurdên Îraqê man qurbaniyên tundûtûjiyê, cudahiyê û kiryarên hovane, bi taybet jî li ser destê çekdarên Dewleta Îslamî û milîsên Şîe, û viyana "Erebkirina" gelê Kurd û Kurdistanê heta niha jî hîn ji holê neçûye.
Fransa, dosta gelê Kurd, û welatê ku dibe ji hemû welatên din bêhtir wateya jenosîdê bizane, dê di çavan de mezintir bibe bi naskirina twaneke wiha li dijî mirovahiyê.
Di vê rewşa destnîşankirî de, bikaranîna gotina jenosîd bêguman ne mibalexe ye, ji ber ku wekî ku di rapora Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov (HRW) de hatiye: " Ji bo ku em li birgeyên Rêkeftina Cenevê derbarê jenosîdê de vegerin, armanca rejîmê jinavbirina grûpê- Kurdên Îraqî, bi şêweyekî beşî bûye, û ev yek jî encam daye. Niyaz û kiryaran hev girtin, û tawana jenosîdê bi temamî hat cîbicîkirin."
Lewma Ev Proje- Biryar daxwaz li hikûmeta Fransayê dike ku vê jenosîdê nas bike û piştevaniya qerebokirina zerer û ziyanên qurbaniyan û malbatên wan bike.
Proje-Biryar
Madeya tik û tenê
1. Komeleya Niştimanî,
2. Li gorî madeya 34-1 ji Destûrê,
3. Li gorî madeya 136 ji peyrewa navxwe ya Komeleya Niştimanî,
4. Li gorî madeyên 6, 7 û 8 ji Yasaya Romayê ya Dadgeha Tawanên Navdewletî,
5. Li gorî madeya 2 ji Rêkeftina rêgirî û sizadanê li ser tawana jenosîdê,
6. Li gorî protokola Cenevê ya sala 1925an derbarê qedexekirina bikaranîna gazên jehrawî yan hevşêweyên wan û çekên pakteriyolojî di şer de,
7. Liberçavgirtina hêmanên madî yên amadekirî û pilan û rêxistin ên ku ji aliyê desthilata Îraqî ya Sedam Hisên ve hatibûn cîbicîkirin,
8. Liberçavgirtina kiryarên cudakariyê, beşbeşkirinê, û bêparkirina ji mirovahiyê û dabeşkirina çînayetî û derbiderkirin û komkirina bi darê zorê û qirkirina ku Kurdên Îraqê qurbaniyên wan bûn,
9. Liberçavgirtin radeya hovîtiya operasyonên Enfal, bi taybet bombebarankirina bajarê Helebçe, û tevahiya komkujiyên ku hatine kirin,
10. Liberçavgirtin xwesteke tund a rejîma Îraqê ya wê demê ya qirkirina bi tevayî yan beşî ya gelê Kurd li Îraqê,
11. Liberçavgirtin pirbûna arşîvên ku bi wêneyê belgene li ser berpirsên Îraqî û tawanên wan li dijî mirovahiyê,
12. Liberçavgirtin naskirina Dadgeha La Haye, di 23yê Kanûna yekem a sala 2005an, kiryarên ku bingeha jenosîdê ne, bi taybet jî kiryarên li dijî Helebçe di sala 1988an de, û herwiha hukmê dadgeha taybet a Îraqî li ser encamderên sereke yên van kiryaran.
13. Naskirina fermî ya tundûtûjiyên ku ji aliyê desthilatên Komara Îraqê ve li dijî Kurdên Îraqê hatine kirin wekî bingehên tawanên li dijî mirovahiyê û jenosîd,
14. Şermezarkirina van tawanên li dijî mirovahiyê û vê jenosîdê û tekezkirina piştevaniya xwe bo gelê Kurd ê pêwendîdar,
15. Vexwendina hikûmetê ji bo rawestan li ser egera naskirin û şermezarkirina twanên li dijî mirovahiyê û jenosîdê ku ji aliyê Komara Îraqê ve li dijî Kurdan hatine kirin,
16. Eger pêwîst kir, vexwendina hikûmetê ji bo karkirin, di çarçoveya pêwendiyên piralî wekî pêwendiyên dualî li gel Îraqê, da ku zerer û ziynên ku gihiştine Kurdan û kesûkarên wan bên qerebokirin.



