Rûsyayê bi şev li Zaporijyayê xist
Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Rûsyayê şeva borî êrişî bajarê Zaporijyayê yê Ukraynayê kiriye.
Servîsa Rewşên Bilez a Dewletê ya Ukraynayê ragihand ku hêzên Rûsyayê bi şev êrişî Zaporijyayê kiriye û di encamê de zerer gihiştiye avahiyeke 7 qatî, stasyoneke benzînê, dikanekê û çend wesayîtan.
Li herêmên cuda yên bajêr jî şewat derketine.
Rayedaran diyar kir ku di dema xebatên vemirandina agir de 2 kesên ku di avahiyekê de asê mabûn hatine rizgarkirin.