HAT NÛKIRIN - Li Hong Kongê agir bi sîteyekê ket: Gelek mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Tai Poyê ya Hong Kongê agir bi sîteyeke ku ji 8 avahiyan pêk tê ket û di encamê de 36 kes mirin û 279 kes jî winda ne.

Li gorî nûçeya rojnameya South China Morning Postê (SCMP) ya navenda wê li Hong Kongê ye, li herêma Tai Poyê agir bi sîteyekê ketiye.

Hat diyarkirin ku li wê sîteyê zêdetirî hezar û 900 daîre hene.

Agir ji ber skeleyên bambûyê yên ku ji bo nûkirina rûyê derve yê avahiyan hatibûn danîn, zû belav bûye.

Rayedarên ewlehiyê eşkere kir ku agahî gihîştiye wan ku di avahiya şewat lê dest pê kiriye de hinek kes asê mane.

279 kes winda ne

Birêvebirê Giştî yê Hong Kongê John Lee Ka-chiu diyar kir ku di şewatê de 36 kes mirine û 7 jê giran 29 kes jî birîndar bûne.

John Lee Ka-chiu her wiha da zanîn ku agahî ji 279 kesan nayê standin û agir "hêdî hêdî tê kontrolkirin".

Rayedaran ragihand ku du sîteyên li derdorê hatine valakirin û qadên giştî ji bo ku şêniyên herêmê şeva xwe lê derbas bikin hatine vekirin.

Alarma 'Asta 5an'

Hat destnîşankirin ku agir bi hemû daîreyên sîteyê ketiye û zêdetirî 140 wesayîtên agirvemirandinê û zêdetirî 800 karmendên tenduristiyê û agirvemirandinê li cihê bûyerê ne.

Li Hong Kongê ku ji bo tundiya şewatan sîstemeke 5 pileyî tê bikaranîn, piştî 17 salan cara ewil alarma "Asta 5an" hat dayîn.

Wezareta Veguhastinê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber şewatê rêyên derdorê ji çûnûhatinê re hatine girtin.

Serokê Çînê Şî Cînpîng diyar kir ku ew ji ber şewatê gelekî dilgiran in û Ofîsa Kar û Barên Hong Kong û Makaoyê ya Pekînê erkdar kir ku ji bo têkoşîna bi agir re piştgiriyê bidin hikûmeta herêmî.

Tê texmînkirin ku li sîteyê nêzîkî 4 hezar kes dijîn û xebatên tîmên agirvemirandinê yên ji bo kontrolkirina agir didomin.