Ebdilhekîm Beşar: Xweseriya demokratîk a PYDê bangawaziya şer e

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El Partî) û endamê şanda kurdî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê di civîna Cenêv2 li Swîsrayê, Ebdilhekîm Beşar ragihand, daxwaziya serekî ya kurdên Sûriyê, çareserkirina pirsa kurd di çarçoveya Sûriyeyek federal de ye. Beşar her wiha got, xweseriya demokratîk a PYDê tê wateya bangawaziya şer ji ber wê jî Amerîka nehîşt PYD tevlî Cenêv2 bibe.

Ebdilhekîm Beşar, ku bo civîna Cenêv2 ya Sûriyê çûye Swîsrayê di hevpeyvînekê de digel televîzyona Al Jazeera Turk, ragihand, di civîna Cenêvê de daxwaza serekî ya kurdên Sûriyê avabûna Sûriyeyek federal û çareserkirina pirsa kurd di vê çarçovê de ye.

Serokê El Partiyê, anî ziman ku ew federasyonê dixwazin lê PYD xweseriya demokratîk dixwaze ev jî tê wateya bangawaziya şer û wiha got: “Ji ber wê jî Amerîka û opozîsyonê nehîştin PYD tevlî civîna Cenêvê bibe.”

Endamê şanda kurd a Cenêv2 da zanîn ku hêzên wan jî ê çekdarî hene lê ji ber ku rewşek şer nehatiye pêş hêzên xwe derbasî Rojavayê Kurdistanê nekirine ji ber wê jî hêzên wan vê gavê li Başûrê Kurdistanê ne lê dema artêşa Sûriyeya nû pêk hat dê bibin beşek ji wê artêşê.

Ebdilhekîm Beşar ragihand, eger civîna Cenêvê bi ser bikeve wê çaxê mafên kurdan jî dê bên misogerkirin lê eger bi ser nekeve kurd bi tenê nikarin tiştekî bikin.

Civîna Cenêv2 ku aliyê Amerîka û Rûsya ve bo çareserkirina siyasî ya kirîza Sûriyê hatiye organîzekirin, roja 21ê vê mehê li bajarê Montro yê Swîsrayê dest pê kiriye.

Di civînê de jibilî nûnerên rêjîm û opozîsyona Sûriyê, nûner û wezîrên derve yên zêdetirî 40 welatên cîhanê beşar in.

Heta niha ti encamek berbiçav ji civînê derneketiye lê nûnerê NY û Komkara Erebî yê Sûriyê Exzer Îbrahîmî duh ragihandibû, her du alî li ser şandina alîkariyên mirovî bo bajarê Himsê û rizgarkirina kesên asê li nav bajêr razî bûne.