Mela Kirêkar: Min Bin Ladin dît û jê pere xwest

27-01-2015
RÛDAW
A+ A-

Oslo (Rûdaw) – Emîrê berê yê rêxistina radîkal-selefî ya Ensar El Îslamê, Mela Kirêkar di dadgehê de eşekere kir ku wî serokê rêxistina El Qaîdê Osame bin Ladin dîtibû û jê daxwaza alîkariya darayî kiribû.


Emîrê berê yê rêxistina radîkal-selefî ya Ensar El Îslamê, Mela Kirêkar ku 2 sal û 10 mehan li Norveçê girtî bû û roja 25ê Çileya îsal ji zîndanê derketibû, îro derket pêşberî dadgeha Osloyê.


Mela Kirêkar ku bi tohmeta gefa kuştina Serokwezîra niha ya Norveçê hatibû girtin, di dadgehê de derheqê pêwendiyên xwe û serokê kuştî yê El Qaîdê Osame bin Ladin de eşkere kir ku di salên 80î yên sedsala 20an de çûbû Pakistanê û li wir bi Osame bin Ladin re hevdîtin kiribû.


Mela Kirêkar da zanîn ku wî ji Bin Ladin daxwaza alîkariya darayî ji bo rêxistinên îslamî yên Kurdistanê kiribû lê Bin Ladin daxwaza wî qebûl nekiribû.


Emîrê berê yê Ensar El Îslamê, dema çûbû pêşberî dadgehê jî ji rojnamevanan re gotibû, ew dixwaze 10 salên din jî li Norveçê bimîne. Lê Polîsê Norveçê Mela Kirêkar li ser asayişa welêt tehdîd dibîne û bi hinek belge nîşan daye ku Mela Kirêkar bi aloziyên Iraqê re têkildar e.


Emîrê berê yê rêxistina radîkal a Ensar El Îslamê, Mela Kirêkar roja 23ê Adara 2012an ji aliyê dadgeheke Norveçê ve li bajarê Osloyê bi tohmeta wê yekê ku gefa kuştinê li Serokwezîra niha ya Norveçê Erna Solberg bi 5 sal cezayê girtinê mehkûm kiribû.


Lê piştî ku parêzerên Mela Kirêkar bertek nîşanî biryara dadgehê dan, cezayê wî daket 2 sal û 10 mehan.


Jiyana Mela Kirêkar


Navê rast ê Mela Kirêkar, Necmedîn Ferec e û sala 1956ê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye. Kesekî berçav e di nav bizava îslamî ya Başûrê Kurdistanê de. Emîrê berê yê rêxistina radîkal-selefî ya kurdî ya bi navê Ensar El Îslamê bûye û heta niha çend pirtûk jî nivîsiye.


Mela Kirêkar sala 1992ê ji aliyê Norveçê ve wek penaber hatiye qebûlkirine. Sala 1994ê Ensar El Îslam ava kir. Xebatên wî sala 2002 li Norveçê tên deşîfrekirin ji ber wê jî daxwaza dersînorkirina wî tê kirin. Sala 2004ê tê girtin û piştî 6 mehan tê berdan. Sala 2006ê navê Mela Kirêkar û rêxistina wî dikeve nav lîsteya terorê ya Amerîka û Encumena Asayişê ya Navdewletî.


Sala 2010ê, Mela Kirêkar li Norveçê rastî êrişa çekdarî tê lê tenê kesê ku pê re ye birîndar dibe û ew jî rizgar dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst