Rêveberiya Xweser: Malbatên DAIŞê yên li Kampa Rojê veguhêzin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Ofîsa Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser ragihand ku ew hêvî dikin welatên biyanî malbatên çekdarên DAIŞê yên di Kampa Rojê de veguhêzin welatên wan.

Hevserokê Ofîsa Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed ji Rûdawê re da zanîn ku gelek malbatên biyanî yên çekdarên DAIŞê li Kampa Rojê dimînin.

Li gorî Şêxmûs Ehmed, di kampê de niha 731 malbatên biyanî yên DAIŞî hene ku hejmara wan bi giştî digihê 2 hezar û 125 kesan.

Ev kamp di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Şêxmûs Ehmed diyar kir ku ev malbat li benda vegera welatên xwe ne û got:

“Tevî hewldanên Rêveberiya Xweser ên di navbera salên 2019 û 2024an de ji bo hêsankirina vegera wan, hîn jî gelek malbat li kampê mane.

Sedema vê yekê jî ew e ku welatên wan heta niha ji bo veguhastina welatiyên xwe gavên pêwîst neavêtin.”

Hevserokê Ofîsa Kar û Barên Koçber û Penaberan bangî civaka navneteweyî kir û got:

"Wekî Rêveberiya Xweser, em hêvî dikin welatên pêwendîdar bi me re bikevin têkiliyê da ku veguhastina van kesan misoger bibe û kamp were valakirin."

Şêxmûs Ehmed hişyarî da ku eger bûyereke ewlehiyê rû bide û ev kes ji kampê birevin, ew dê ne tenê ji bo herêmên Rêveberiya Xweser lê belê ji bo tevahiya herêmê û cîhanê bibin metirsiyeke ewlehiyê ya gelekî mezin.