Banga ji bo Trump û NATOyê: Komara Rojava nas bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komîteya Berfirehkirina NATOyê ya Awisturyayê peyamek ji serkirdeyên Rojavayî re şand û got, "Rojavayê Kurdistanê hevalbenda me ye û dem hatiye ku Amerîka û NATO serxwebûna wê qebûl bikin."

Îro Serokê Komîteya Berfirehkirina NATOyê ya Awisturyayê Gunther Fehlinger Jahn li ser Xê peyamek belav kir.

Gunther Fehlinger tê de nivîsand, "Ez bang li Yekîtiya Ewropayê, Amerîka û welatên NATOyê dikim ku Komara Serbixwe ya Rojavayê (Rojavayê Kurdistanê) nas bikin û wê biparêzin."

"Rojhilatê Firatê"

Ew berpirsê Awisturyayî sînorê wê "komarê" diyar kiriye ku daxwaza naskirina wê dike û dibêje, divê sînorê wê "Rojhilatê Çemê Firatê" be.

Fehlinger di peyama xwe de rasterast navê biryarderên cîhanî bi kar aniye û daxwaz kiriye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte û Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas daxwaza wî li ber çavan bigirin, ji ber ku bi gotina wî "Komara Rojavayê hevalbenda me ye."

Fehlinger her wiha di parvekirina xwe ya din de bagî Serokê Amerîkayê Donald Trump jî kir ku Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack ji kar biavêje.

Li aliyê din Fehlinger ji bo Durziyan bangî Îsraîlê jî kir ku wan biparêze dewleteke bi navê Komara Siwêdayê nas bike.

Êrîşên li Rojavayê Kurdistanê

Ev daxwaza Serokê Komîteya Berfirehkirina NATOyê ya Awisturyayê di demekê de ye ku ji 6ê vê mehê ve Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de rûbirûyî êrişên Artêşa Sûriyeyê û komên çekdar bûne.

Neteweyên Yekbûyî jî hişyarî da ku berdewamiya wan êrişan dê bibe sedema koçberbûna bi dehan hezar kesan û têkçûna zêdetir a aramiyê.