Lindsey Graham ji bo Kurdan bangî Erebistana Siûdî kir
Hewlêr (Rûdaw) - Senatorê Amerîkî Lindsey Graham peyamek arasteyî Erebistana Siûdiyê kir û daxwaz jê kir ku bandora xwe li ser Hikûmeta Sûriyeyê bi kar bîne da ku rê li ber êrîşên ser Kurdan bê girtin.
Lindsey Graham derbarê rewşa dawî ya li Sûriyeyê û êrîşên li ser Kurdan daxuyaniyek belav kir.
Graham di daxuyaniya xwe de got, "Wekî ku berê jî hatibû ragihandin, ez hewl didim li gel birêvebirî û hevbeşên herêmî kar bikim, da ku li Sûriyeyê rê li ber xwînrijandina dijî hevpeymanên me yên Kurd bigirim."
Graham destnîşan kir ku dem hatiye herêm rêbaza xwe biguhere û ji bo rûmetê wêrekiyê nîşan bide.
Peyama ji bo Erebistana Siûdiyê
Senatorê Amerîkî di berdewamiya axaftina xwe de rûbirû xîtabî Erebistana Siûdiyê kir û got:
"Ji bo Erebistana Siûdî: Min hewleke zêde da da ku rêyeke nû ji bo pêwendiyên di navbera welatê we, Dewletên Yekbûyî û herêmê de vekim.
Rêzeke min a mezin ji bo gelek ji wan guherînan heye ku hatine pejirandin lê belê, divê êrişa Keyaniyê ya li ser Îmaratê û bêdengiya wan a li hemberî êrişên berdewam ên hikûmeta Sûriyeyê yên li ser Kurdan biguhere."
"Bandora xwe bi kar bînin"
Lindsey Graham tekez kir ku ew dizane bandora Erebistana Siûd ya li ser Şamê heye û daxwaz kir ku ew bandor bê bikaranîn:
"Tikaye fêm bikin, ez têra xwe jîr im û dizanim ku bandora Erebistana Siûdî li ser Hikûmeta Sûriyeyê heye.
Ez li hêviyê me ku hûn wê bandorê bi kar bînin daku nehêlin herêm zêdetir bikeve nav kaosê."
Graham di dawiya peyama xwe de spasiya Erebistana Siûdiyê kir ku guh didin vê mijarê.
As previously stated, I am trying to work with the administration and regional partners to prevent a bloodbath in Syria against our Kurdish allies. It is now time for the region to change their ways and man up for decency.
— Lindsey Graham (@LindseyGrahamSC) January 27, 2026
To Saudi Arabia: I have tried to work hard to chart a…