Trump û Erdogan axivîn
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê axivîn.
Di pêwendiyê de mijarên sereke agirbesta li Sûriyeyê, peymana entegrasyonê û rewşa Xezeyê bûn.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê, her du duyan li ser pêwendiyên dualî yên Tirkiye û Amerîkayê, rewşa dawî ya li Sûriyeyê, xebatên Lijneya Aştiyê ya Xezeyê, pîşesaziya parastinê, bazirganî û rûdanên herêmî û cîhanî gotûbêj kirine.
Erdogan diyar kiriye ku ew dê ji bo bipêşxistina hevkariya di navbera Tirkiye û Amerîkayê de gavên nû biavêjin û anî zimên ku bipêşxistina pêwendiyan a di hemû waran de di berjewendiya her du welatan de ye.
"Em giringiyê didin peymana entegrasyonê"
Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye giringiyeke mezin dide bicihanîna tam a agirbest û "peymana entegrasyonê" ya li Sûriyeyê.
Erdogan da zanîn ku ew di vê mijarê de bi hevahengiya li gel Amerîka û makamên Sûriyeyê pêvajoyê ji nêzîk ve dişopînin.
Erdogan derbarê Xezeyê jî hêvî kir ku Lijneya Aştiyê ya Xezeyê karên baş bike.