Aloziya Pakistan û Efxanistanê, Zerdarî gefan dixwe
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Pakistanê Asif Elî Zerdarî ragihand ku ew dê derbarê şer û pevçûnên li ser sînorê Efxanistanê tewîzê ji aştî û yekparçeyiya axa xwe nedin.
Zerdarî bi rêya Xê derbarê mijarê daxuyanî da.
Serokkomarê Pakistanê diyar kir ku bersiva artêşa Pakistanê "berfireh û bibiryar" e û got:
"Pakistan dê tewîzê ji aştî û yekparçeyiya axa xwe nede."
"Kes bê bersiv namîne"
Zerdarî di peyama xwe de hişyarî da û anî zimên:
"Yên ku aştiya me wekî lawazî dibînin dê bi bersiveke tund re rûbirû bibin û ti kes dê ji vê bersivê bê par nemîne."
Li gorî nûçeya PTV Newsê ya televizyona dewletê ya Pakistanê, Serokwezîr Şahbaz Şerîf jî daxuyanî daye.
Şahbaz Şerîf diyar kiriye ku gel û hêzên çekdar ên Pakistanê ji bo parastina ewlehî, serwerî û yekparçeyiya axa welêt her tim amade ne û gotiye:
"Hêzên me xwedî wê şiyanê ne ku her cure armancên êrişkar biçirînin û têk bibin.”
Wî her wiha destnîşan kiriye ku dê bersiva pêwîst bidin êrişan.
Aloziya li ser sînor
Berdevkê birêvebiriya Efxanistanê Zabîhulah Mucahîd ragihandibû ku wan li ser Xeta Durandê ya ku wekî sînorê her du welatan tê qebûlkirin, li dijî tesîsên leşkerî yên Pakistanê operasyonên berfireh daye destpêkirin.
Wezareta Ragihandinê ya Pakistanê jî daxuyandibû ku hêzên ewlehiyê yên Pakistanê li dijî operasyona Efxanistanê bersiveke bilez û bibandor daye.
Wezareta Ragihandinê ya Pakistanê eşkere kiribû ku piştî êrişên bombeyî yên dawî yên li welêt, wan 7 cihên li ser sînorê Efxanistanê kirine hedef ku wan deran wekî "kampên terorê" pênase dikin.
Wezareta Parastinê ya Efxanistanê jî di daxuyaniya xwe de gotibû ku ew dê di demeke guncav de "bersiveke guncav û bi pîvan" bidin Pakistanê.