Fransa: Peymana HSD û Şamê garantiyên siyasî û ewlehiyê dide Kurdan

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyeke dîplomatîk a Fransayê ji Rûdawê re ragihand ku wan di navbeynkariya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê de roleke çalak lîstiye û Serokkomarê Fransayê bi awayekî rasterast beşdarî pêvajoyê bûye.

Çavkaniyeke dîplomatîk a Fransayê bersiva da pirsa me û hûrgiliyên hewldanên Fransayê eşkere kirin.

Çavkaniyê diyar kir ku ev proje bi destwerdan (midaxele) û hewldana rasterast a Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron gihiştiye encamê û got:

"Serokkomarê Fransayê bi awayekî şexsî beşdarî hewldanan bû û bi hemû aliyên pêwendîdar re civiya.

Di encama van hewldanan de 29ê Kanûna Paşîn rêkeftineke berfireh a agirbestê û pêvajoya tevlîkirina hêzên HSDyê çêbû."

"Garantiyên siyasî û ewlehiyê"

Li gorî agahiyên ku çavkaniyê dane, ev rêkeftin "garantiyên siyasî û ewlehiyê" dide Kurdan ku Fransa wan wekî "hevparên şerê li dijî DAIŞê" pênase dike.

Naveroka rêkeftinê van xalan li xwe digire:

Tevlîbûna hêzên HSDyê ya nav artêşa Sûriyeyê.

Tevlîbûna saziyên wan a nav îdareya sivîl.

Naskirina fermî ya mafên wan.

Civînên Wezîrê Karên Derve

Çavkaniyê destnîşan kir ku welatê wî ji bo bicihanîna hemû xalên rêkeftinê xebatên xwe didomîne.

Hat ragihandin ku serdana Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot a 5ê Sibatê ya Şam û Hewlêrê û civînên wî yên bi serkirdeyên Sûriye û Kurdan re beşek ji hewldanên Parîsê bûn.

Civînên li Hewlêrê

Wezîrê Karên Derve dema li Hewlêrê bû bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Barrot her wiha li Serokatiya Herêma Kurdistanê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re jî hevdîtin kiribû.

Di wan civînan de tekezî li ser bicihanîna agirbestê û parastina Kurdên Rojavayê Kurdistanê hatibû kirin.