Donald Trump ji Rûdawê re got: Pêwendiyên me bi Îraqê re baş in

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragiahnd ku pêwendiyên wî bi serkirdayetiya Îraqê re baş in.

Ev daxuyanî di demekê de ye ku Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrackli Bexdayê ye.

Tom Barrack ji bo çareserkirina xitimîna siyasî ya li welêt, bi rayedarên bilind re hevdîtinan dike.

Trump îro înê, beriya ku ber bi Teksasê ve bi rê bikeve li ber Koşka Spî ji rojnamegeran re axivî.

Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde, derbarê ziayret Tom Barrack a ji bo Îraqê û peyama wî pirsek ji Trump kir.

Trump bi kurtî bersiv da Diyar Kurde û got, "Pêwendiyên min ên baş bi serkirdayetiya Îraqê re hene."

Ev daxuyaniya Trump di demekê de ye ku pêwendiyên Washington û Bexdayê di qonaxeke hestiyar re derbas dibin.

Tom Barrack bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî re hevdîtin kirin.

Nûrî Malîkî di heman demê de namzedê Çarçoveya Hevahengiyê yê ji bo posta serokwezîriyê ye.

Nakokiya li ser Malîkî

Hevdîtinên nûnerê Trump piştî wê yekê tê ku Serokê Amerîkayê bi eşkereyî dijberiya xwe ya ji bo vegera Nûrî Malîkî nîşan dabû.

Trump meha borî li ser tora xwe ya medyaya civakî Truth Socialê hişyarî dabû.

Trump daxuyandibû ku eger Malikiyê ku Washington wî nêzîkî Îranê dibîne ducare bibe serokwezîr, Amerîka dê alîkariyên xwe yên ji bo Îraqê rawestîne.

Trump ji Malîkî re gotibû ew "bijardeyeke gelekî xirab e.”

Trump destnîşan kiribû ku di navbera salên 2006-2014an de ku Malîkî serokwezîr bû, ew bûye sedema hejarî û kaosê.

Li gorî daxuyaniya nivîsgeha wî, îro di hevdîtina bi Barrack re Maîikî tekezî li ser parastina serweriya Îraqê û vîna xelkê kiriye.

Di heman demê de Barrack jî amaje bi rola Îraqê ya di parastina aramiya herêmê, kêmkirina alozîyan û rûbirûbûna terorê de kiriye.

Piştî hilbijartinên 11ê Çiriya Paşîn a 2025an li Îraqê xitimîneke siyasî heye û aliyên siyasî nikarin li ser avakirina hikûmeta nû li hev bikin.

Pirs û bersiva Rûdawê

Rûdaw: Birêz Serok, nûnerê te yê taybet Tom Barrack niha li Îraqê ye. Peyama te ji bo serkirdayetiya Îraqê çi ye?

Donald Trump: Ez û serkirdayetiya Îraqê em gelekî baş li hev dikin.