Biryara Yekîtiya Ewropayê li Rûsyayê bû sedama karvedanê

Moskow (Rûdaw) - Dewletên Yekîtiya Ewropayê  bi awayekî hevdem biryara dersînorkirina dîplomatên Rûsyayê aşkere kirin. Hat ragihandin ku biryar, bi hinceta jehrîkirina li Brîtanyayê ajan Sergey Skrîpal hatiye standin.

 

Biryara derxistina hejmarek ji dîplomatkarên Rûsya ji aliyê Amerîka, Kanda û hejmarek ji welatên Yekîtiya Ewropayê ve gelek karvedan li Rûsya li pey xwe ve anî.

 

Şarezayên Rûs, ên ku di siyaseta derve ya Rûsyayê de xwedî ramenên giring in, encamên gengaz ên helwêsta dewletên Rojavayî ya li hember Rûsyayê di mêzgirdeke taybet de raxistin ser mêzê.

 

Bi nêrîna şarezayan, helwêsta dewletên Yekîtiya Ewrûpayê ya bi vê şêwazî, bêaqiliye.

 

Derbarê vê mijarê de Cîgirê Serokê Enstîtuya Ewropayê ya Akademiya Rûsyayê Vladîslav Belov ji Rûdawê re wiha got: “Peywendiyên Moskow û û Brukselê ji sala 2014ê v di sata siyasî de hatiye cemidandin. Lê peywndiyên li gel endamên cuda, ji bilî hevdîtinên di asta bilind de, gelek baş dimeşe. Lê dersînorkirina dîplomatên Rûsya, tenê wateyek xwe heye, ew jî bêaqilî ye. Pêgehên Rûsyayê li Rojhilata Navîn pir xurt e. Û ez bawer nakim ku dîplomasiya Rûsyayê li wê herêmê, ji  bêaqiliyê ku dewletên Yekitiya Ewrûpayê dikin, zirarê bibibîne. “

 

Şarezayê din ê ji Zankoya girêdayî bi Wezareta Derve dibêje, Rûsya li hember  derxistina heftiya borî ji Brîtanyayê 23 dîplomatên xwe, bê bersiv ne ma û vê care jî ewê dê bi heman şêwazî tevbigere.

 

Ddoktorê Enstîtuya Peywendiyên Navnetewyî ya Wezareta Derve ya Rûsyayê Nîkolay Topornîn jî wiha axifî: “Bê guman em vê helwêstê qebûl nakin, lê em nikarin karîgerî ser wan bîryaran bikin, ên ku li Waşîngton, London an jî li Parîs û Berlînê tên girtin. Bersiva Rûsyayê her tim heye. Em ne layengirê pywendiyên bi wê şêwazî ne.  Em dixwazin peywendiyên me asayî û mentiqî bin, weke beriya qeyranê, û weke her tim, li gorî berjewendiyên gelên Ewrûpa Rûsya bin.”


Ji aliya din Amerîka û Kanda jî piştgirî dan hevpeymanên xwe yên Yekitiya Ewrûpayê de û bîryara dersînorkirina  dîplomatên rûs dan. An ku hejmara dîplomatên rûs ên ku di maweya heftiyek de ji 16 dewletan vegerin Moskowê, ji 100 kesî zêdetir be.