Rûsya: Me bi çekên hesas li Kîev û Lvivê da

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand, arêtşa wî welatî bi çekên pir hesas li hin hedefên li bajarên Ukraynayê Kîev û Lvîvê dan. Sererkaniya Ukraynyayê jî ragihand ku Rûsyayê 16 hezar û 600 leşker, 121 balafir, 127 firoke û 582 tank ji dest dan.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê Îgor Konaşenkov li ser şerê li Ukraynayê derbarê çalakiyên artêşa Rûsyayê de daxuyanî da.

Îgor Konaşenkov ragihand ku artêşa Rûsyayê di 26ê Adarê de bi çekên pir hesas ên menzîldirêj li depoyên mezin ên sotemeniyê yên yekîneyên leşkerî yên Ukraynayê li bajarê Lvîv û Kîevê xistine û wiha got, "Ji xeynî vê mûşekên pir hesas li Lvîvê tesîsa temîrkirina bêtêlê ji nav bir."

Konaşenkov diyar kir ku wê tesîsê temîrat û modernîzasyona îstasyonên radarê yên pergalên parastina asmanî ya Tor û S-125an dikir.

Konaşenkov herwiha got, wan li cebilxaneyeke li cihê bi navê Plesetskoeyê ya 30 kîlometre dûrî Kîevê xist û bi çekên hesas ên menzîldirêj ji deryayê ve jî cebilxaneya roketên pergala parastina asîmanî S-300 û Bukê ji navê bir.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê di heman demê de diyar kir, hêzên asmanî yên Rûsyayê di rojekê de li Ukraynayê 67 hedefên leşkerî ji navê birin ku di nava van de 2 navendên rêvebirînê, 3 cebilxane, 11 xalên alîkariya leşkerî û 20 qadên berhevkirina amûrên leşkerî hene.

Konaşenkov eşkere kir ku pergalên parastina asmanî yên Rûsyayê di şevekê de 18 drone ji nav birin û got, "Heta niha 289 drone, 1656 tank, 169 roketên pirserî, 684 topên obus û hawinan û 1503 wesayîtên leşkerî yên taybet ên artêşa Ukraynayê hatin jinavbirin."

Ukrayna: Rûsyayê 121 balafir, 127 firoke û 582 tank ji dest dan

Ji aliyê din ve hat ragihandin di şerê navbera Rûsya û Ukraynayê de 16 hezar û 600 leşker, 121 balafir, 127 firoke û 582 tankên artêşa Rûsyayê hatin berterefkirin.

Sererkaniya Ukraynayê ragihand artêşa Rûsyayê di navbera 24ê Sibatê û 27ê Adarê de derbeyeke mezin xwariye.

Sererkaniya Ukraynayê dibêje di şerê Rûsya û Ukraynayê da 16 hezar û 600 eskerên Ûris hatin kuştin, 121 balafir, 127 firoke û 582 tank, 1664 wesayîtên bizirx, 294 top, 93 pergalên roketavêjê û 52 pergalên parastina esmanî yên artêşa Rûsyayê hatine berterefkirin.