Trump: Êrişa li santralên Îranê hat bipaşxistin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê ragihand ku welatê wî hêza deryayî û asmanî ya Îranê bi temamî ji nav biriye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump tekez kir ku ew rê nade "dîn" bibin xwediyê bombeya atomî û her wiha got ku wî 3 roj zêdetirî wê dema ku Îranê xwestibû, daye wan.
Donald Trump ji Fox Newsê re ragihand ku di operasyonên leşkerî de, artêşa Amerîkayê derbeke giran li Îranê xistiye û got:
"Artêşa wan wêran bûye. Hêza wan a deryayî û hêza wan a asmanî bi temamî ji nav çûn.
Me 154 keştiyên wan ên şer noqî avê kirin."
Serokê Amerîkayê diyar kir ku şiyana mûşekî ya Îranê ji sedî 91 kêm bûye.
Wî her wiha da zanîn ku wan piraniya platformên avêtina mûşekan û kargehên çêkirina dronan teqandine.
MAGA û metirsiya çeka atomî
Serokê Amerîkayê êrişeke tund bire ser wan kesên ku bi dîtina wan asayî ye Îran bibe xwediyê çeka atomî û anî ziman:
"Hinek kesên lawaz û bêaqil hene ku ne xema wan e Îran xwediyê çeka atomî be lê xelkê MAGAyê zîrek e û dizane ku ev yek çi qasî metirsîdar e.
Nabe ku em rê bidin îdeolojiyeke dîn bibe xwediyê hêzeke ew qasî wêranker ku Îsraîlê û Rojhilata Navîn bişewitîne."
'Em ne hewceyî Tengava Hurmizê ne'
Donald Trump destnîşan kir ku Amerîka niha li cîhanê mezintirîn hilberînerê petrolê ye û asta hilberîna wê ji Erebistana Siûdî û Rûsyayê bi hev re zêdetir e û got:
"Em ne hewceyî Tengava Hurmizê ne lê em wê ji bo welatên din diparêzin.
Amerîka niha di warê enerjiyê de ji her kesî bihêztir e."
Trump qala tecrubeya Venezuelayê jî kir û da zanîn:
"Şerê li Venezuelayê di 45 xulekan de bi dawî bû û niha em bi sedan milyon bermîl petrol ji wir tînin."
Kuştina serkirdeyên Îranê
Trump qala kuştina serkirdeyên bilind ên Îranê kir û got, "Niha kes hez nake bibe Rêberê Îranê, ji ber ku ew dizanin dê çi bê serê wan."
Li ser bipaşxistina êrişên li ser santralên elektrîkê jî, Trump ev agahî dan:
"Wan (Îraniyan) diyariyeke mezin ji min re şand ku bihayekî wê yê gelekî mezin hebû, ji ber wê jî min 10 roj dem da wan."
Trump da zanîn ku Îraniyan bi rêzeke mezin 7 roj xwestibûn lê wî 10 roj dane wan û sedema vê yekê wisa eşkere kir, "Ji ber ku wan 8 keştî wekî diyarî radest kirin."
Destkeftiyên aborî û anket
Trump di beşeke din a axaftina xwe de pesnê destkeftiyên aboriyê yên navxweya Amerîkayê da û ragihand ku endeksa Dow Jonesê gihîştiye 50 hezar pûanan û ya S&P jî gihîştiye 7 hezar pûanan.
Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku li gorî anketan, ji sedî 100ê xelkê piştgiriyê dide polîtîkayên wî yên ji bo parastina Amerîkayê ji "terorîstan".
Trump di dawiyê de tekez kir ku armanca wî tenê serkeftin e û her wiha got, ew rê nade ku ti gef li ser Amerîkayê û hevpeymanên wê bimînin.