Rûsya: Me zanyariyên îstixbaratî nedane Îranê
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ew tohmet red kirin ku dibêjin Moskowê ji aliyê îstixbaratî ve alîkariya Îranê kiriye.
Lavrov ragihand ku cihê baregehên leşkerî yên Amerîkayê agahiyeke giştî ye û pêwîstiya Îranê bi îstixbarata Rûsyayê nîne.
"Peymana leşkerî û teknîkî heye"
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevpeyvîneke xwe ya li gel kanala France 2yê ya Fransayê de axivî.
Sergey Lavrov ragihand ku di navbera Moskow û Tehranê de peymana alîkariya leşkerî û teknîkî heye û Rûsyayê gelek cureyên berhemên leşkerî dane Îranê.
Wî destnîşan kir ku ew wan tohmetan qebûl nakin ku dibêjin ji aliyê îstixbaratî ve alîkariya Îranê hatiye kirin.
"Cihê baregehan ne veşartî ye"
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê amaje bi wê yekê kir ku her kes cihê cografî yê baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê dizane û ev ne agahiyeke veşartî ye.
Ji ber vê yekê ew şaş nemaye ku Îran êrişî wan dike.
Lavrov rexneyên tund li berpirsên Amerîkayê girtin û got:
"Dema ku endamên payebilind ên îdareya Amerîkayê bi serbilindî qal dikin ku rêber û endamên din ên serkirdayetiya welatekî kuştine, zehmet e ku mirov vê yekê wekî tiştekî din ji bilî bêbakî û bêrêziyê wesif bike."
Wî her wiha tekez kir ku Rûsya piştgiriyê dide parastina berjewendiyên Îranê û hemû welatên din ên herêmê.
Washington Post: Moskowê zanyarî dane Îranê
Ev daxuyaniyên Lavrov piştî wê yekê tên ku rojnameya Washington Postê di raporeke xwe de nivîsîbû, Moskowê zanyariyên hûr ên peykê û îstixbaratî yên li ser cihên keştiyên şer û balafirên Amerîkayê dane Îranê.
Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ku 28ê Sibatê dest pê kir, pêwendiyên leşkerî yên di navbera Moskow û Tehranê de gihandiye asteke nû ya stratejîk.
Li navxweyê Îranê jî rewş di qonaxeke gelekî hestiyar re derbas dibe.
Bi taybetî ev yek piştî ku Berpirsê Encumena Asayîşa Neteweyî Elî Larîcanî û Fermandarê Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran hatin kuştin çêbûye.
Li aliyekî din, zextên leşkerî yên Amerîkayê didomin.
Tê çaverêkirin ku 1ê Nîsana 2026an keştiya şer a bi navê "Boxer" bigihîje herêmê ku nêzîkî 2 hezar û 200 leşkerên deryayî tê de ne.