2,9 TRILYON DOLAR - Lêçûnên leşkerî pişta cîhanê xistiye berê
Hewlêr (Rûdaw) - Raporeke nû nîşan dide ku 11 sal in li ser hev lêçûnên leşkerî yên cîhanê zêde dibin û sala 2025an gihiştine nêzîkî 2,9 trilyon dolaran.
Rapor ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) ve hatiye amadekirin.
Li gorî raporê, li gorî sala 2024an xerciyên leşkerî yên cîhanê ji sedî 2,9 zêde bûne.
Li gorî vê raporê, herî zêde Amerîka, Çîn û Rûsyayê mesref kirine.
Zêdetirî nîvê xerciyên leşkerî yên cîhanê ji aliyê wan her sê welatan ve hatine kirin û wan trilyonek û 480 milyar dolar xerc kirine.
Amerîka li cîhanê xwediyê mezintirîn budceya parastinê ye lê divê were gotin ku Amerîkayê sala 2025an xerciyên xwe yên leşkerî kêm kiribûn.
Barê cîhanê yê leşkerî giran dibe
Lêkoler Lorenzo Scarazzatoyê ku yek ji amadekarên raporê ye eşkere kir ku zêdebûna lêçûnên Ewropa û Asyayê cihê kêmkirina Amerîkayê tiji kiriye.
Scarazzato destnîşan kir ku cîhanê "saleke din a mişt şer û zêdebûna aloziyan" li pey xwe hiştiye.
Scarazzato anî zimên ku ev yek ji bo cîhanê bûye barekî leşkerî yê giran çimkî ew beşa Berhema Navxweyî ya Nesafî (GDP) ya cîhanê ku ji bo xerciyên leşkerî hatiye veqetandin, piştî sala 2009an gihiştiye asta herî bilind.
Wî lêkolerî diyar kir ku her tişt nîşan dide cîhan kêmtir hest bi aramiyê dike.
Cîhan pereyan ji bo artêşên xwe xerc dike da ku qerebûya vê rewşa cîhanî bike.
Budceya Amerîkayê dê careke din zêde bibe
Amerîkayê 954 milyar dolar xerc kirin û ev hejmar li gorî sala 2024an ji sedî 7,5 kêmtir e. Sedema sereke ya vê yekê ew e ku ti alîkariya nû ya leşkerî û darayî ji bo Ukraynayê nehat qebûlkirin.
Hêjayî gotinê ye ku Washingtonê di sê salên borî de soza dayîna 127 milyar dolarî dabû Kîevê.
Lê tê pêşbînîkirin ku ev kêmbûn demkî be. Kongreya Amerîkayê ji bo sala 2026an zêdetirî trilyonek dolar xercî pesend kiriye.
Eger projebudceya Serokê Amerîkayê Donald Trump jî were qebûlkirin, dê ew hejmar sala 2027an bigihe trilyonek û 500 milyar dolarî.
Ewropa û bandora şerê Ukraynayê
Sedema sereke ya bilindbûna xerciyên li cîhanê Ewropa bû. Bi Rûsya û Ukraynayê re, xerciyên li Ewropayê ji sedî 14 bilind bûn û gihiştin 864 milyar dolarî.
Scarazzato diyar kir ku du sedemên sereke yên vê yekê hene û li pey çû:
"Ya yekem ew e ku şerê Ukraynayê didome. Ya duyem jî kêmbûna alîkarî û pêbendbûna Amerîkayê ya bi Ewropayê re ye."
Wî her wiha eşkere kir ku Amerîka zextê li Ewropayê dike da ku zêdetir pişta xwe bi parastina xwe ve girê bide.
Almanya di warê xerciyên leşkerî de di rêza çarem de ye.
Almanyayê lêçûnên xwe yên sala 2025an bi rêjeya ji sedî 24 zêde kirin û gihandin 114 milyar dolaran.
Her wiha Spanyayê bi rêjeya ji sedî 50î zêdebûnek tomar kir û xerciyên xwe gihandin 40 milyar û 200 milyon dolarî.
Bi vê yekê re, piştî sala 1994an cara yekem xerciyên xwe yên leşkerî derxistin ser ji sedî 2yê Berhema Navxweyî ya Nesafî.
Xerciyên Rûsya û Ukraynayê
Ji ber şerê ku didome, Rûsya û Ukraynayê xerciyên xwe yên leşkerî zêde kirin.
Her du welatan jî para herî zêde ya xerciyên hikûmetê ji bo artêşên xwe veqetandiye.
Xerciyên Rûsyayê ji sedî 5,9 bilind bûn û gihiştin 190 milyar dolarî. Ev jî dike ji sedî 7,5ê Berhema Navxweyî ya Nesafî.
Li aliyê din, Ukraynayê xerciyên xwe ji sedî 20 zêde kirin û gihandin 84 milyar û 100 milyon dolarî.
Ev rêjeyeke sosret e û dike ji sedî 40ê Berhema Navxweyî ya Nesafî ya Ukraynayê.
Li Rojhilata Navîn rewş çawa ye?
Li Rojhilata Navîn alozî didomin lê xerciyên wê herêmê bi rêjeyeke gelekî kêm bilind bûne. Ev zêdebûn tenê ji sedî 0,1 bûye û gihiştiye 218 milyar dolarî.
Her çi qasî piraniya welatên herêmê xerciyên xwe zêde kiribin jî Îsraîl û Îranê kêmbûn tomar kiriye.
Li Îranê, xercî ji sedî 5,6 daketin û gihiştin 7 milyar û 400 milyon dolarî.
Lê sedema vê yekê zêdetir vedigere ser bilindbûna rêjeya enflasyona salane ya Îranê ku ji sedî 42 bûye.
Lêkoleran anî zimên ku xerciyên Îsraîlê ji sedî 4,9 kêm bûne û daketine 48 milyar û 300 milyon dolarî.
Ev jî nîşana kêmkirina şerê Xezeyê ya piştî peymana agirbestê ya Kanûna Paşîn a 2025an e.
Wan her wiha destnîşan kir ku hîn jî mesrefên Îsraîlê li gorî sala 2022yan ji sedî 97 bilindtir in.
Lêçûnên parastinê yên li Asyayê
Li parzemîna Asya û Okyanusyayê, lêçûn gihiştin 681 milyar dolaran ku li gorî sala 2024an ji sedî 8,5 bilind bûne. Ev jî piştî sala 2009an li wê herêmê zêdebûna salane ya herî mezin e.
Scarazzato destnîşan kir ku li herêmê "aliyekî sereke" Çîn bûye.
Çînê di 3 deheyên borî de salane xerciyên xwe zêde kirine. Tê pêşbînîkirin ku Çînê sala 2025an 336 milyar dolar xerc kiribin.
Li gorî Scarazzato, “Dibe ku tiştê herî balkêş, bertekên hinek welatên din ên wekî Koreya Başûr, Japonya û Taywanê bin ku wan ji ber hestkirina gefan bertek nîşan dane."
Japonyayê xerciyên xwe yên leşkerî ji sedî 9,7 bilind kirin û sala 2025an gihandin 62 milyar û 200 milyon dolarî.
Ev yek dike ji sedî 1,4ê Berhema Navxweyî ya Nesafî û piştî sala 1958an para wê ya herî mezin e.
Li aliyê din Taywanê jî xerciyên xwe bi rêjeya ji sedî 14 zêde kirin û gihandin 18 milyar û 200 milyon dolarî.