Petrola Rûsyayê biha bûye lê dîsa jî kêmasiya budceyê heye

Moskow (Rûdaw) - Ji destpêka şerê li Îranê ve, bihayê bermîleke petrola Rûsyayê ya Uralsê ji 60 dolarî derketiye derdora 100 dolarî.

Tevî bilindbûna bihayê petrolê jî li Rûsyayê bihayê kel û pelan û bi taybetî jî bihayê berhemên xwarinê giran dibe.

Li gorî Ajansa Amaran a Rûsyayê (Rosstat), ji destpêka îsal ve bihayê hêkan nêzîkî ji sedî 23, bihayê goştê dewaran ji sedî 7, bihayê şekir nêzîkî ji sedî 6 û bihayê goştê masiyan jî zêdetirî ji sedî 4 giran bûye.

"Mûçeyên me zêde nabin"

Karmendê dewletê Guzel Safarovayê li ser vê mijarê got:

“Bihayê berhemên xwarinê rojane giran dibe.

Ji me re dibêjin ku sedem bilindbûna bihayê sotemenî û veguhastinê ye lê mûçeyên me zêde nabin, loma jî bargiranî dikeve ser milê me.

Ez fêm dikim ku rewşa aboriyê ya li welêt gelekî dijwar e û piraniya budceyê ji bo Operasyona Taybet tê xerckirin.

Ji ber ku divê em bi ser kevin, loma giranbûna xwarinê tiştekî asayî ye.

Temenê min têra xwe mezin e û ez mirovên gelekî hejar û hewcedar li derdora xwe nabînim.”

Xanenişîn Andrey Jukov jî nerîna xwe wiha anî zimên:

“Giranbûna bihayê xwarinê ne tiştekî nû ye, em êdî hînî vê yekê bûne.

Biha bi berdewamî giran dibe. Sedem jî ew rewş e ku her kes pê dizane.

Ez bawer im tê fêmkirin bê ez behsa çi dikim.”

Girtina Tengava Hurmizê

Parlamenterekî Dumayê qebûl dike ku girtina Tengava Hurmizê bûye sedema bilindbûna bihayê kel û pelên hawirdekirî lê ew dibêje ku rewşa li Rûsyayê ne ew qasî krîtîk e.

Alîkarê Serokê Komîteya Aboriyê ya Dumayê Artyom Kiryanov ragihand:

“Bê guman, em dibînin ku biha giran dibin. Em dibînin ku bihayê jêderên vejenê giran dibe û lêçûn jî zêde dibin.

Ev hemû dibin sedema giranbûna bihayê hinek berhemên xwarinê û kel û pelên cuda.

Lê bihayê hinek berheman jî erzan dibe. Wate, rewşeke wisa nîne ku em bibêjin enflasyon gihiştiye asteke gelekî bilind û kel û pel ji nişka ve giran bûne.”

Kêmasiya budceyê 5 trilyon ruble ye

Aborînas texmîn dikin ku bilindbûna bihayê petrolê û lawazbûna dorpêçan, dahata budceya Rûsyayê rojane 100 milyon dolarî zêde dike.

Lê belê ev yek kêmasiya budceya Rûsyayê tije nake.

Li gorî Wezareta Darayî ya Rûsyayê ev kêmasî gihiştiye dora 5 trilyon rubleyan, ango ji sedî 2yê Berhema Navxweyî ya Giştî (GDP).