Tolhildana Rûsyayê: Moskow dê petrola ku diçe Almanyayê rawestîne
Mowkow (Rûdaw) - Rûsya di qada enejiyê de pêngaveke nû ya zextê li dijî Ewropayê diavêje.
Moskowê biryar da ku ji destpêka meha gulanê ve, veguhastina petrola Qazaxistanê ya diçe Almanyayê rawestîne.
Tevî ku berpirsên Rûsyayê behsa sedemên teknîkî dikin jî lê senatorên wî welatî bi eşkereyî dibêjin "divê dewletên dijmin ne li benda asankariyan bin."
Ev biryar di demekê de ye ku Yekîtiya Ewropayê (YE) pakêta 20an a dorpêçan danî ser Rûsyayê û her wiha 90 milyar Euro kredî ji bo Ukraynayê pesend kir.
Ji 1ê Gulanê ve tê rawestandin
Hikûmeta Rûsyayê dê ji 1ê Gulanê ve veguhastina wê petrola Qazaxistanê ya ber bi Almanyayê ve ku di axa Ukraynayê re derbas dibe rawestîne.
Alîkarê Serokwezîrê Rûsyayê da zanin ku ew rêjeya petrola Qazaxistanê ya ku berê bi rêya boriya Druzhba diçû Almanyayê ji ber sedemên teknîkî hatiye rawestandin û dê bi rêyên din ên lojîstîkî ve were veguhastin.
Alîkarê Serokê Encumena Federasyonê ya Rûsyayê Senator Konstantîn Kosaçev jî li ser vê yekê axivî û got:
“Ti paşxaneyeke siyasî ya vê biryarê tune. Niyeta wan kesên ku li ser vê mijarê spekulasyonan dikin ne ew e ku rêya veguhastina petrolê ya ber bi Almanyayê ve xweş bikin.
Belkî niyeta wan ew e ku pêwendiyên Rûsya û Qazaxistanê xera bikin.
Pêwendiyên me yên bi Qazaxistanê re gelekî baş in û ev mijar jî dê sîberê nexe ser van pêwendiyan.”
Wan dê salane 3 milyon ton petrol bikiriya
Qebareya petrola Qazaxistanê ku dê veguhastina wê were rawestandin, ji sedî 30ê pêdiviyên rafîneriyeke li Almanyayê bi cih tîne.
Almanyayê plan dikir ku sala 2026an, 3 milyon ton petrola xav bi rêya vê boriyê hawirde bike.
Gelek çavdêr biryara Moskowê wekî tolhildaneke ji ber piştgiriya Almanyayê ya ji bo Ukraynayê dinirxînin.
Hinek senatorên Rûsyayê jî vê nêrînê piştrast dikin.
"Divê li benda hêsankariyan nebin"
Endamê Buroya Meclîsa Bilind a Partiya Rûsyaya Yekgirtî Andrey Klîmov bal kişand ser nakokiyên bi dewletên din re û got:
“Eger dewletek an jî komek dewlet dixwazin dijminatiyê bi Rûsyayê re bikin, hingê ti mafê wan tune ye ku li bendê bin Rûsya hemû daxwazên wan erênî pêşwazî bike.
Wan mafê wê nîne ku bêyî bedelekê çavkanî û derfetên Rûsyayê yên lojîstîkî bi kar bînin. Tiştekî wisa tune ye.”
Yekîtiya Ewropayê 90 milyar Euro kredî da Ukraynayê
Di vê navberê de, Yekîtiya Ewropayê pakêta 20an a dorpêçan a li dijî Rûsyayê pejirand û krediyeke bi qasî 90 milyar Euroyan ji bo Ukraynayê pesend kir.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ev biryar wekî "amadebûna Ewropayê ya ji bo berdewamiya piştgiriya Kîevê û zêdekirina zextên li ser Rûsyayê" pênase kir.