Marco Rubio: Îran ji bo peymaneke li gel Amerîkayê ‘cidî’ ye
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku ew bawer dike birêvebiriya Îranê ji bo gihîştina peymanekê li gel Amerîkayê "cidî" ye.
Rubio diyar kir ku her peymana ku were mohrkirin, divê rê li ber çêkirina çeka atomî ya Îranê bi awayekî teqez bigire.
"Îran neçar e peymanê mohr bike"
Marco Rubio ji bo kanala Fox Newsê ya Amerîkayê şitexilî û rewşa piştî gera duyem a dan û standinên li Îslamabadê ku nehat lidarxistin nirxand.
Rubio diyar kir ku ji xeynî peymaneke bi Amerîkayê re ti şansekî din ê Îranê nîne.
Wî destnîşan kir ku her çend piraniya serkirdeyên li Tehranê kesên "tundrew" bin jî, ew dibînin ku ji bo derketina ji vê rewşa xirab a welatê xwe divê pêngavan biavêjin.
Rubio her wiha di berdewamiyê jî de got, "Bi dîtina min, Îranî ji bo rizgariya ji vê tevliheviya ku tê de ne, cidî ne."
Wezîrê Amerîkî amaje bi wê yekê kir ku berdewamiya pêvajoya dan û standinan hîn mimkin e.
Krîza aborî ya li Îranê
Rubio bal kişand ser pirsgirêkên aborî yên Îranê û wiha got, "Hemû pirsgirêkên ku Îranê berî destpêkirina vî şerî dijiyan hîn didomin û gelek ji wan hîn xirabtir bûne."
Wezîrê Amerîkayê ducare kir ku ew dixwazin piştrast bin ku peyman rê li ber gihîştina Îranê ya ji bo çeka atomî bi temamî digire û tekez kir ku divê birêvebiriya Tehranê peymaneke bi vî rengî qebûl bike.
Mijara Tengava Hurmiz
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê li ser rewşa Tengava Hurmiz jî nirxandinên tund kirin.
Îranê berê ragihandibû ku tengav vekirî ye lê Rubio li ser vê daxuyaniyê got:
"Ew dibêjin tengav vekirî ye, helbet heke hûn hevahengiyê bikin û destûrê ji me bixwazin, nexwe em dê we biteqînin yan jî hûn dê pereyan bidin me. Ev nayê wateya vekirina tengavê."
Rubio tekez kir ku Tengava Hurmiz "rêya avî ya navneteweyî" ye û Îran li dijî hiqûqa navneteweyî tengav girtiye.
Marco Rubio peyama xwe bi vî rengî qedand, "Pergaleke ku Îranî biryarê bidin ka kî dê rêya navneteweyî bi kar bîne û ji bo bikaranînê divê çi qas pere werin dan, nabe bibe tiştekî asayî. Em vê yekê qebûl nakin."