Trump û tîma ewlehiyê rewşa Îran û Tengava Hurmizê dinirxînin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump îro bi rojeva Îranê tîma ewlehiya neteweyî civandiye.

Karoline Leavittê di civîneke çapemeniyê ya li Koşka Spî de rewşa dawî ya aloziya navbera Amerîka û Îranê nirxand.

Civîna tîma ewlehiya neteweyî

Leavittê diyar kir ku Trump îro bi tîma ewlehiya neteweyî re civiyaye û wan li ser rewşa Îranê şêwir kiriye.

Berdevka Koşka Spî destnîşan kir ku ew dê berî Trump li ser naveroka civînê û encamên wê ti daxuyaniyê nede.

Xetên sor ên Amerîkayê

Berdevka Koşka Spî li ser nûçeyên ku dibêjin Îranê pêşniyara "pêşî em mijara Tengava Hurmizê çareser bikin û mijara atomî ji bo paşê bihêlin" daye Amerîkayê, wiha got:

"Ez dikarim bêjim ku Serok xetên xwe yên sor ên li ser Îranê ne tenê ji bo gelê Amerîkayê, belkî ji bo her kesî bi awayekî eşkere diyar kirine.

Ez nikarim bêjim ku wan li ser vê mijarê nirxandin kirine yan na, tenê dikarim bêjim ku îro berê sibehê civînek hat kirin."

Mijara çeka atomî û Tengava Hurmizê

Leavittê tekez kir ku xetên sor ên Amerîkayê yên li ser Îranê gelekî eşkere ne û nabe Tehran bibe xwediya çeka atomî.
Wê diyar kir ku dibe ku Trump bi xwe li ser vê mijarê daxuyaniyeke nû bide.

Her wiha Leavittê pirsên li ser paqijkirina mînan a li Tengava Hurmizê ya ji aliyê artêşa Amerîkayê ve arasteyî Pentagonê kirin.

Donald Trump dê îro li Koşka Spî mazûvaniya Şahê Brîtanyayê Charlesê 3yem bike.

Tê pêşbînîkirin ku Trump berî vê hevdîtinê li ser dosyeya Îranê daxuyaniyan bide.