Li eyaleteke Amerîkayê xwendina Kurdî dest pê dike
Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Nashville yê ser bi eyaleta Tennesseeyê ya Amerîkayê ve zimanê Kurdî dê li dibistanên dewletê bê xwendin.
Li bajarê Nashvilleyê ku nêzîkî 15 hezar Kurdên ji her perçeyên Kurdistanê dijîn û wekî “Kurdistana Biçûk” jî tê binavkirin, biryar hat dayîn ku li dibistanên dewletê di beşa zimanên navnetewî de, dersên zimanê Kurdî jî bê dayîn.
Saziya Dibistanên Dewletê ya Nashvilleyê biryar da ku zimanê Kurdî jî bi ser lîsteya zimanên navnetewî ya dibistanên dewletê yên li wî bajarî were zêdekirin. Piştî vê biryarê ji bo Kurdî li dibistanên dewletê were xwendin aliyên peywendîdar dest bi xebatên xwe kirin.
Çavkaniyên perwerdeya Kurdî têne amadekirin
Birêvebira Projeyê Doç. Dr. Haidar Khezri ji Rûdawê re diyar kir ku Saziya Dibistanên Dewletê ya Nashvilleyê(The Metro Nashville Public Schools) di destpêka îsal de pêşniyara dersa Kudî li dibistanên dewletê were xwendin pesend kir.
Doç. Dr. Haidar Khezri got: “Em niha mijûlê amadekirina kelûpelên ji bo perwerdeya Kurdî û çavkaniyên derbarê çanda Kurdî de û mamosteyên dersê bidin dibin. Dema me kêmasiyên xwe pêkanîn dersên Kurdî dê li dibistanên amadehî yên dewletê dest pê bikin.”
Derbarê destpêkirina pêvajoya vê projeyê de Haidar Khezri got: “Di sala 2011an de min li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê li beşa Edebiyat û Ziman mamostetî kir. Piştî ku pêvajoya çareseriyê li wî welatî têk çû, ez di sala 2014an de wek, akademîsyeneke mêvan hatim Amerîkayê. Li Zanîngeha Bloomingtonê min yekem Bernameya Akademîk a Kurdî damezrand. Heta niha 30 xwendekaran li vê derê zimanê Kurdî xwendin. Di havîna 2016an de min û xwendekarên beşa zimanê Kurdî, bi hev re serdana bajarê Nashvilleyê kir. Me ji Serokê Navenda Selehadînê Newzad Hewramî re pêşniyar kir ku li bajarê Nashvilleyê di dibistanan de dersa Kurdî bê dayîn.
Piştî vê pêşniyarê ji bo proje were qebûlkirin min çend caran serdana Nashvilleyê kir. Niha em kêfxweş in ku em gihîştene vê qonaxê. Bi saya vê biryarê bêdadperweriya li dijî Kurdî û paşguhxistina Kurdî bidawî bû.”
Haidar Khezri da zanîn ku biryar ji aliyê Kurdên bajarê Nashvilleyê ve bi erênî hat pêşwazîkirin û wiha pê de çû: “Bêguman ji bo me girîng e ku zarokên malbatên penaber ên Kurd ji çanda xwe dûr nekevin. Bi saya vê biryarê xwendekarên amerîkî dê bi asantir bibin beşeke cîhana global.”
“Rewşa Kurdî nebaş e”
Khezri destnîşan kir ku rewşa Kurdî li gor zimanên din ên Rojhilata Navîn nebaş e, û wiha axivî: “Mixabin, Kurdî li gor zimanên Rojhilata Navîn wek Tirkî, Farsî û Erebî ne di asteke baş de ye. Sedema sereke jî ew e ku dewleta vî zimanî nîne û ti kesê jî perwerdeya bi Kurdî lixwe negirtiye. Weke din jî mixabin Kurd zêdetir enerjiya xwe ji bo siyaset û xebatên partiyan xerc dikin û zêde li ser mijara ziman ranawestin. Sedemeke din jî ew e ku navendên ji bo ziman hatine damezrandin zêdetir girîngiyê bi Tirkî, Farsî û Erebî didin.”
Di heman demê de Haidar Khezri anî ziman ku derfet hene ku li herêmên Nashville -Tennessee, San Diego - California, Dallas Texas, Washington- DC û Lincoln Nebraskayê beşên zimanê Kurdî bê damezrandin, çimkî li wan herêman rêjeyeke zêde ya Kurdan dijîn.
Beyan Samî Rahman: Em piştevaniyê wê dikin
Derbarê heman mijarê de Nûnera Herêma Kurdistanê li Washingtonê Beyan Samî Rahman jî ji Rûdawê got: “Em gelek kêfxweş in ku li bajarê Nashvilleyê ji bo perwerdeya Kurdî ev gav hatine avêtin. Ciwanên Kurd ên li bajarê Nashvilleyê dijîn êdî dikarin dersa Kurdî bixwînin. Em dikarin bibêjin ev yek ji bo Kurdên derveyî welat dijîn gaveke gelek girîng e. Li wê herêmê gelek Kurd dijîn, ew yek ji bo dahatûya Kurdan gelek baş e.”
Beyan Samî Rahman diyar kir ku zarokên malbatên Kurd dikarin bi Kurdî biaxivin lê ji aliyê xwendin û nivîsandina Kurdî ve lawaz in û got: “Ez di wê baweriyê de me ev pêngav dê vê pirsa wan jî çareser bike û dê bikaribin bi Kurdî bixwînin û binivîsin. Em piştevaniya wê gavê dikin.”
Li bajarê Nashvilleyê herî kêm hezar û 100 xwendekarên Kurd li dibistanên dewletê dixwînin.