Trump: Putin bi agir dilîze!
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump da zanîn ku Vladimir Putin bi agir dilîze û got, “Ne ez bûma dê tiştên pir xirab bihatana serê Rûsyayê.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump îdia kir ku eger ew nebûba Serok dê tiştên pir xirab bihatana serê Rûsyayê.
Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê bi daxuyaniyekê bangî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin kir û anî ziman:
“Tiştê ku Vladimir Putin ferq nekiriye ev e: Eger ne ez bûma dê tiştên pir xirab bihatana serê Rûsyayê, yanî bi rastî tiştên xirab. Ew bi agir dilîze!”
Trump di hinek daxuyaniyên xwe yên dawî de dabû zanîn ku Rûsya di mijara gihîştina agirbestê ya bi Ukraynayê re sist tevdigere û wî di vê yekê de dilgiraniya xwe diyar kiribû.