Gerîlayan bi temamî çekên xwe danîn
Navenda Nûçeyan - Li gor peymana digel hikûmeta Kolombiyayê gava sêyemîn a çekdanîna rêxistina FARCê ku temamê radestkirina çekan hebû qediya.
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku pêvajoya çekdanîna Hêzên Çekdar ên Şoreşa Kolombiya (FARC) ku di 17ê Adarê de destpêkiribû qediya û rêxistinê hemû çekên xwe radestî Neteweyên Yekbûyî kiriye.
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ew çek dên bêne îmhakirin.
Serokê Kolombiyayê Juan Manuel Santos û Serokê FARCê Rodrigo Londono 24ê Mijdara 2016an peymanek îmze kirin û piştî vê gerîlayên rêxistinê li 26 herêman kom bûn.
Li gor bernameya peymanê divabû pêvajo dawiya gulanê biqediya lê hin astengiyên lojîstîk derketin û texîr bû. Dema nû wek 27ê Hezîranê hatibû diyarkirin.
Serokê FARCê Londono 7ê Hezîranê wiha gotibû: "Em careke din qetiyen tundiyê bi kar nayinin. Tekane çeka me dê peyvên me bin. Me soz da emê li ser soza xwe bisekinin."