Almanya leşkeran dişîne ser sînorê Litvanyayê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniyê yê Almanyayê Boris Pistorius ragihand ku ew dikarin bi awayekî daîmî nêzîkî 4000 leşkeran bişînin Litvanyayê da ku aliyê rojhilatê NATOyê bihêz bikin.

Wezîrê Berevaniyê yê Almanyayê Boris Pistorius di daxuyaniya xwe ya li Litvanyayê de got, "Almanya amade ye ku lîwayeke daîmî li Lîtvanyayê bi cih bike. Lê ji bo vê jî pêwîst e binesazî û tesîsên perwerdehiyê bên çêkirin."

Bor Pistorius diyar kir ku lîwaya navborê dê ji 4 hezar leşkeran pêk bê û tekez kir ku giringiya wê ya sereke ew e ku bicihkirina hêza daîmî bi planên navçeyî û operasyonên NATOyê yên ku niha têne plankirin re hevaheng be.

Pistorius da zanîn ku heta dawiya Şerê Sar, Almanya li aliyê rojhilatê NATOyê bû.

Pistoruis destnîşan kir ku metirsî li ser Polonya û welatên Baltîkê heye û got: “Weke welatekî endamê NATOyê û aboriya herî mezin a Ewropayê, em berpirsyarî û erka xwe ya ji bo parastina aliyê rojhilat qebûl dikin."

Artêşa Almanyayê ji sala 2017an vir ve derdora 800 leşkerên xwe li Litvanyayê ku dikeve ser sînorê Rûsya û Belarusê bi cih kiriye.

Di Hezîrana 2022an de, hukûmeta Alman soz dabû ku ew lîwayek şerker a tevahî amade be ku berevaniyê li Lîtvanya bike di dema êrişek de, wekî bersivek ji êrişa Rûsyayê ya Ukraynayê.

Di Hezîrana 2022an de, hikûmeta Alman soz dabû ku lîwayek şerker a wî welatî di dema êrişekî de ji bo parastina Lîtvanya amade be. Almanyayê ew soz weke bertekekî li dijî êrişên Rûsyayê yên bo ser Ukraynayê dabû.