Friedrich Merz: Em dixwazin peymana nukleer bi lez zindî bikin
Bruksel (Rûdaw) - Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz ji Rûdawê re da zanîn ku ew dixwazin peymana nukleer a bi Îranê re bi lez zindî bikin.
Friedrich Merz piştî civîna Meclisa Yekîtiya Ewropayê ya li Brukselê pirsên Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin.
“Em dixwazin peymana nukleer bi lez zindî bikin”
Merz li ser peymana nukleer a li gel Îranê ji Rûdawê re got:
"Li ser bernameya nukleer a Îranê di çarçoveya peymana navneteweyî ya 2015an de plana me ya çareseriya hevbeş û giştgir hebû, Ewropayî pêbendî peymanê man lê Amerîkayî jê vekişiyan.
Ji bo siza bên rakirin mekanîzmayeke me ya ku welatên endam dikarin dest bi tevgerê bikin heye.
Em dixwazin peymana nukleer bi lez zindî bikin û dest bi gotûbêjan bikin."
Peymana nukleer 14ê Tîrmeha 2015an di serdema îdareya serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama de di navbera Amerîka, Îran, Çîn, Rûsya, Alman, Brîtanya, Fransa û Yekîtiya Ewropayê de hat îmzekirin.
Li gorî peymanê Îranê meyandina uranyumê sînordar kir û Ewropayê jî hinek cezayên li ser Îranê rakirin.
Lê Amerîka sala 2018an ji peymanê vekişiya û Îranê jî pêbendiya xwe kêm kir.
Serokwezîrê Almanyayê da zanîn ku “Îran heta niha jî naxwaze rasterast beşdarî dan û standinên li gel Amerîkayê bibe."
Heyetên Îran û Amerîkayê li ser mijara bermaneya atomê ya Îranê 5 hevdîtin kirin.
Şerê Îran û Îsraîlê 13ê Hezîranê bi êrişa Îsraîlê dest pê kir û Serokê Amerîkayê Donald Trump 24ê Hezîranê da zanîn ku agirbestê dest pê kiriye.
Lê hevdîtinên Îran û Amerîkayê bi destpêkirina şer re rawestiyan.
Donald Trump nava hefteyê li Lûtkeya NATOyê got ku mizakereyên wan û Îranê dê hefteya pêşiya me careke din dest pê bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî ragihand ku di êrişên Îsraîlê de xisareke zêde gihiştiye saziyên wan ên atomê.
Ebas Eraqçî got, “Destpêkirina dan û standinên bi Amerîkayê re ne di plana me de ye” û wan û Amerîkayê heta niha ji bo destpêkirina mizakereyan li hev nekiriye.