FLAŞ - Amerîka: Herêma Ewle ne di rojevê de ye

 

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby ragihand: “Tirkiye li Sûriyeyê tenê şerê DAIŞê dike nek şerê YPGê û avakirina Herêma Ewle li Sûriyeyê jî di rojevê de tine ye.

 

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby di daxuyaniyek rojnamevaniyê de behsa şerê li dijî DAIŞê li Sûriyeyê, avakirina Herêma Ewle li Bakûrê Sûriyeyê, tevlîbûna Tirkiyeyê di hevpeymaniya li dijî DAIŞê de û herwiha êrişên balafirên Tirkiyeyê bo ser baregehên PKKê li Başûrê Kurdistanê kir û helwesta Amerîkayê aşkere kir.

 

John Kirby di vê daxuyaniyê de got: “Mijara avakirin Herêma Ewle li Sûriyeyêr bi ti awayî nehatiye gotûbêjkirin.”

Kirby derbarê êrişên balafirên hevpeymanan li dijî çekdarên DAIŞê li Sûriyeyê de û egera wê yekê ku rê li pêşiya balafirên hevpeymanan were girtin, got: “Ti hêzek li navçeyê nikare rê li pêşiya firîna balafirên hevpeymanna bigire.”

 

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê êrişên wan çend rojên dawiyê  yên balafirên Tirkiyeyê li dijî baregehên çekdarên PKKê de jî helwesta Amerîkayê bi vî awayî anî ziman: “PKK rêxistineke terorîst e û mafê Tirkiyeyê ye bergiriyê li xwe bike.”

 

John Kirby herwiha behsa tevlîbûna Tirkiyeyê di şerê li dijî çekdarên DAIŞê li Sûriyeyê de jî kir û ragihand, Tirkiye li Sûriyeyê şerê şervanên Yekîneyên Parastina Gel nake û tenê dê li DAIŞê bide. Kirby tekez kir: "Tirkiye li Sûriyeyê dê tenê şerê çekdarên DAIŞê bike, nek şerê şervanên YPGê."