Hewlêr (Rûdaw) – Îşev 27ê Tîrmehê dê mezintirîn diyardeya Heyvgirtinê di sedsala 21an de rû. Ev diyardeya rojgernasî dê li gor dema Hewlêrê di saet 20:24an de dest pê bike û heta 01:30 nîveşevê berdewam be.
Ajansa NASA ya Amerîkayê ragihandiye, diyardeya Heyvgirtinê ya îşev 27ê Tîrmehê dê li gelek welatên cîhanê were dîtin. Diyardeya heyvgirtina mezin a sedsala 21an dê li Kurdistanê û welatên cîran jî bihê dîtin.
Herwiha ev diyarde dê bi awayekê baş û zelal li welatên bakurê Afrîqayê, Rojhilata Navîn û beşeke zêde ya Asyayê were dîtin.
Li gorî zanyariyan, ji destpêkê heta dawiyê, dê ev diyardeya heyvgirtinê 5 saetan berdewam be û derdora 1 saet û 43 xûlekan jî rûyê hevyê dê bi temamî were girtin.
Ev diyarde dê ji saet 20:24 xûlekan dest pê bike û di saet 01:30ê nîveşevê de bi dawî bibe.
Di sala 2011an de jî heyvgirtineke bi heman awayî pêk hatibû, lê saetek û 16 xûlekan berdewam bibû.
Heyvgirtin çawa pêk tê?
Heyvgirtin an girtina heyvê, gava heyv dikeve nava siya cîhanê û tîrêjên rojê nagihîjin ser rûyê wê pêk tê. Bi vî gavî heyv ji bo demeke kurt tarî dibe, heya ku heyv dîsa ji siya cîhanê derdikeve.
Ev diyardeya rojgernasî tenê di dema heyva tijî de pêk tê, lê divê roj, cîhan û heyv wekî “germiçankekê” li pişt hev bisekinin. Bi vî awayî siya navendê (umbra) û siya nîvê (penumbra) ya cîhane dikeve ser heyvê.
Gava heyvgirtinek pêk hat, heyvgirtina pêşîn piştî heyv şeş car li ser xulgeha xwe geriya pêk tê.
Gava heyv hêdî hêdî derbasî hindirê siya cîhanê dibe û bi tevahî tarî dibe, guhertina rengê rûyê heyvê bi çavên tazî pir baş tê dîtin. Ji vê bûyerê re îmersyon tê gotin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse