Brîtanyayê ceza da 43 qaçaxçiyan: 10 ji wan Kurd in

Dusseldorf (Rûdaw) - Hikûmeta Brîtanyayê cara yekem e bi ser 43 kesan û şirketan de ku destê wan di qaçaxçîtiya koçberan de heye, sîstemeke nû ya cezakirinê sepand, ji wan 43 kesan 10 kes Kurd in.

Hinek ji wan Kurdan li Brîtanyayê ne û yan hatine girtin an jî reviyane, hinek jî li Başûrê Kurdistanê ne.

Ev kes ji ber karên wekî hewalekirina pereyan ji Başûrê Kurdistanê, birina koçberan ji Kurdistan, Tirkiye, Sirbistan, Belçîka û Fransayê ya Brîtanyayê û her wiha ji ber wergirtin û veguhastina koçberan a di nava Brîtanyayê de hatine cezakirin.

Li gorî lêkolînan, di nava wan de xwediyên supermarket, dikanên Polonî û şirketên xwirekan hene.

Cezayê Hikûmeta Brîtanyayê ji bo wan kesan ew e ku dest datîne ser hemû mal û mikên wan ên li Brîtanyayê.

Her wiha, mafê çûn û hatina Brîtanyayê jî van kesan hat standin.

Kesên ku bi van kesan re bixebite, alîkariya wan bike an jî tiştekî bike ku qezenca wan tê de hebe, dê ji aliyê Hikûmeta Brîtanyayê ve werin cezakirin.

Ji bilî 10 Kurdan ên din Arnawid, Sirb û Mexribî ne.

Yek ji wan kesên ku bi navê “Serê Mar” tê naskirin û li Sirbistanê dijî nasnavê wî Tetwanî ye.

Tetwan navê navçeyeke Bakurê Kurdistanê ye lê li gorî lêkolînan, ew Tetwaniyê ku Brîtanya li pey wî ye, xelkê herêma Tétouanê ya Mexribê ye.