Li Lozanê Komxebata Mafê Çarenivîsê û Siberoja Kurdan: ‘Yekbûna Kurdan aştiya cîranan e’

Hewlêr (Rûdaw) - Enstîtuya Kurdî ya Lozanê di salvegera 102yan a Peymana Lozanê de, li Keleha Ouchyê ya li bajarê Lozanê yê Swîsreyê bi navê “Mafê Çarenivîsê û Siberoja Kurdan” komxebatek li dar xist.

Di komxebatê de ku gelek akademîsyen, hiqûqnas û serokên partiyên siyasî beşdar bûn, mafê Çarenivîsê yê Kurdan ji aliyê dîrokî, hiqûqî û siyasî ve hat nirxandin û di dawiyê de deklarasyonek hat weşandin.

Komxebat ji sê rûniştinan pêk hat. Di rûniştina yekem de nivîskar Evîn Çîçek, hiqûqnas Şehmus Ozdemîr û hiqûqnas Celal Baykara serdema Peymana Lozanê ji aliyê dîrokî û hiqûqî ve nirxand.

Di rûniştina duyem de akademîsyen Behrooz Şucaî, akademîsyen Sharo Garîp û nivîskar Diyax Polat li ser mafê Çarenivîsê, netewebûn û serweriyê nîqaş kirin.

Di rûniştina sêyem de Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Duzgun Kaplan, Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, Serokê Partiya Kurdistanî (PAKURD) Gewran Goyî û Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê (PDKS) Cemal Merayî li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê axivîn.

Di dawiya komxebatê de Serokê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Necat Zanyar, deklarasyonek pêşkêş kir. Zanyar destnîşan kir ku wan xwestiye di demeke dîrokî de, li mekaneke dîrokî, helwesteke dîrokî nîşan bidin.

Di deklarasyonê de mafê Çarenivîsê wekî mafekî gerdûnî hat pênasekirin û bal hat kişandin ku Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) di madeya xwe ya yekem de vî mafî dipejirîne.

Hat gotin ku pêwîst e Kurd jî wekî hemû neteweyên cîhanê biryar û qedera xwe bigirin destê xwe û Çarenivîsa xwe diyar bikin.

Di deklarasyonê de hat tekezkirin ku doza Kurdistanê dozeke neteweyî ye, ne tenê doza demokrasî, mafên mirovan an paşvemayîna aborî ye û van hemû di nava xwe de dihewîne.

Zanyar bal kişand ser wê yekê ku herî kêm 300 sal in zana û pêşewayên Kurdan, eşkere mafê serwerî û desthilatdariya neteweya Kurd diparêzin.

“Pergala heyî nameşe”

Di deklarasyonê de hat destnîşankirin ku pergala heyî ya Rojhilata Navîn û cîhanê diguhere û ji bo Kurd û pêkhateyên din ên wekî Elewî, Durzî, Êzidî, Sunî û Şîeyan krîza serweriyê berdewam e.

Hat gotin ku rizgarî û serweriya Kurdan, dikare li Rojhilata Navîn krîza serweriyê çareser bike û balanseke nû pêk bîne û Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Xweser wekî du mînakên girîng hatin nîşandan.

“Yekbûna Kurdan aştiya cîranan e”

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê da zanîn ku beriya her tiştî pêwîstiya Kurdan û Kurdistana dabeşkirî bi yekbûn û bihevrejiyanê heye û lewma komxebatê prensîba “Yekbûna Kurdan, aştiya cîranan” pejirand.

Piştî komxebatê beşdaran bi hev re xwarin xwar û ji bo piştgirên enstîtuyê plaket hatin dayîn.

Deklarasyona Komxebata Mafê Çarenivîsê û Paşeroja Kurdan bi giştî bi vî awayî ye:

Tesbîtên Bingehîn

1. Mafê Çarenivîsê Gerdûnî ye

Piştî du şerên cîhanê yên ku bi milyonan mirov tê de hatin kuştin, sala 1945an Peymana Neteweyên Yekbûyî hat pejirandin. Di destpêka vê peymanê de hat tekezkirin ku pêdivî bi wekheviya neteweyên mezin û biçûk heye. Di maddeya yekem de wekheviya neteweyan û mafê Çarenivîsa gelan, wekî yek ji armanc û prensîbên Neteweyên Yekbûyî (NY) hat destnîşankirin.

Sala 1966an, di Peymana Navneteweyî ya Mafên Aborî, Civakî û Çandî de, di maddeya yekem de hat pesendkirin: “Mafê hemû gelan heye ku Çarenivîsa xwe diyar bikin.”

Neteweyên Yekbûyî (NY) bi heman rengî, Peymana Navneteweyî ya Mafên Medenî û Siyasî jî pejirand. Di vê peymanê de, sernavê beşa yekem “Mafê Çarenivîsê” ye. Maddeya yekem wiha dibêje: “Hemû netewe xwediyê mafê tayînkirina Çarenivîsa xwe ne.”

Bi vî awayî mafê Self-Determînasyonê (Mafê Çarenivîsê) bûye mafekî fermanî (jus cogens) ku pêwîst e hemû netewe û dewlet wê qebûl bikin. Divê Kurd jî weke neteweyeke wekhev, karibin qedera xwe diyar bikin û Çarenivîsa xwe bigirin destê xwe. Nabe ku li ser navê Kurdan tu dewlet, partî yan jî sazî, biryara Çarenivîsê bide û wê biryarê li Kurdan ferz bike.

Doza Kurdistanê dozeke neteweyî ye. Ne doza demokrasî, mafên mirovan, paşvemayîna aborî û entegrasyonê ye. Di ser van hemûyan re ye û hemûyan di nav xwe de dihewîne.

Divê neteweya Kurd, bi rêyên demokratîk ên weke referandumê, dan û standinên li ser federasyon û xweseriyê yên di destûrê de, lêgerînên hiqûqî û dîplomatîk li saziyên navneteweyî, mafê xwe yê Çarenivîsê bi kar bîne û biryara xwe bide.

Referandum ji bo mafê Çarenivîsê rêyeke demokratîk e. Lêbelê, pêwîst e di şertên wekhev de referandum bê lidarxistin. Di şertên heyî de, bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê, bingeha referandûmeke demokratîk tune ye. Divê şertên azad, wekhev û demokratîk bên avakirin da ku miletê Kurd di derbarê Çarenivîsa xwe de biryara xwe bide.

2. Daxwazên Rewa yên Neteweya Kurd

Ji sala 1694an heya roja me, herî kêm 300 sal in ku zana û pêşewayên Kurd, bi eşkereyî mafê serwerî û desthilatdariya neteweya Kurd diparêzin. Împaratoriya Osmanî sala 1847an dagirkirina Kurdistanê ragihand. Lê neteweya Kurd serdestiya Osmaniyan û piştî Peymana Lozanê ya 1923yan pergala dabeşkirina Kurdistanê û bindestkirina Kurdan nepejirand û têkoşîna xwe ya neteweyî her domand. Sedsala dawî baş diyar kir ku Kurd dixwazin nasname, ziman, çand û hebûna xwe ya civakî û siyasî, bi serweriya neteweyî li ser xaka Kurdistanê biparêzin.

3. Rewşa Herêmî û Navneteweyî

Pergala heyî ya Rojhilata Navîn û cîhanê diguhere. Ev guherîn, bi xwe re derfet û rîskên nû tîne. Piştî 2003yan Iraq wekî berê û piştî 2011an jî Sûriye wekî berê nema. Krîza rejîmê ya li Îranê û şerê çil salî yê li Tirkiyeyê destnîşan dikin ku pergala heyî nameşe. Ji bo pêkhateyên olî yên weke Elewî, Durzî, Êzidî, Sunî û Şîeyan jî, krîza serweriyê her berdewam e. Rizgarî û serweriya Kurdan, dikare li Rojhilata Navîn krîza serweriyê çareser bike û balanseke nû pêk bîne. Herêma Federe ya Kurdistanê ya li Iraqê û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ya li Sûriyeyê, du mînakên girîng in.

4. Bihevrejiyan li Rojhilata Navîn

Mafê Çarenivîsê yê Kurdan ne li dijî pêkvejiyan û aştiya herêmê ye. Pêkvejiyaneke aştiyane tenê bi naskirina hiqûqî û siyasî ya hemû cudahiyan pêkan e.

Lê beriya her kesî, pêdiviya Kurdan û Kurdistana dabeşkirî bi yekbûn û pêkvejiyanê heye. Lewma komxebata me prensîba “Yekbûna Kurdan, aştiya cîranan” dipejirîne.

Pêşniyar û Encam

1. Xurtkirina Xebatên Yekîtiya Neteweyî

Pêwîst e di nav aktorên siyasî yên Kurd de mekanîzmayên diyalogê bên avakirin, rewşa parçebûnê bê derbaskirin û konsepteke hevbeş bê diyarkirin. Nabe ku xetên sor ên doza neteweyî, ji aliyê partî û tevgeran ve bên redkirin û berjewendiyên hizbî di cihê wan de bên bicihkirin.

2. Têkoşîna Hiqûqî û Siyasî

Ji bo mafên neteweyî yên Kurdan, pêwîst e di qada herêmî û navneteweyî de têkoşîneke xurt bê meşandin. Divê gelê Kurd di derbarê mafê Çarenivîsê û serweriyê de bi awayekî berfireh bê agahdarkirin.

3. Mafê Serwerî, Ziman, Çand û Perwerdehiyê

Pêwîst e tevgerên Kurd mafê serwerî, ziman, çand û perwerdehiyê ji hev cuda nekin û ji bo ku ev maf gav bi gav bi awayekî hiqûqî û siyasî werin pesendkirin, xebatên xwe xurt bikin.

4. Destpêşxeriyên Dîplomatîk

Pêwîst e doza neteweyî ya Kurdistanê bi awayekî zelal ji cîhanê re bê gotin û têkiliyên dîplomasiyê bên pêşxistin.

5. Piştgiriya Pêvajoyên Diyalog û Dan û Standinê

Divê Kurd li hemû welatan piştgiriya pêvajoyên diyalog û dan û standinê bikin. Lê heta ku doza Kurdistanê çareser nebe, nabe ku navê aştî, biratî û yekîtiyê li van pêvajoyan bê kirin û Kurd werin manîpulekirin.

Nêrîn û pêşniyarên ku di vê komxebatê de hatin nîqaşkirin, ji bo paşerojeke azad, wekhev û dadmend in. Em wekî pêkhateyên vê komxebatê rêyên aştiyane dipejirînin, mafê Çarenivîsê yê neteweya Kurd destnîşan dikin û bi rêzdarî radigihînin.”