Rûsya rêbazên xwendinê yên Rûsî bo Donetskê dişîne

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Donetskê ya li rojhilatê Ukraynayê ku di bin destê hêzên Rûsî de ye, bi nêzîkbûna demsala xwendinê Rûsya pirtûkên rêbaza xwendinê ya Rûsî bo xwendekarên wê dişîne.

`Serokwezîrê` Donetskê Vitaliy Khotsenko got "Em dê van pirtûkên ku îro gihiştin me li hemû dibistanên Komara Donetskê belav bikin, ji pola 1ê heta pola 11an. Ew ji pirtûkên dîrok, zimanê Rûsî, wêje û cografyayê pêk tên. Hejmara mamosteyên me kêm e, lê gelek mamosteyên xwebexş ji Rûsyayê dê bên ba me."

Derdora ji sedî 95ê xelkê Donetskê bi zimanê Rûsî diaxivin, berî kontrolkirina vê herêmê ji aliyê Rûsyayê ve, zimanê Rûsî ligel zimanê Ukraynî li dibistanan dihat xwendin.

Hikûmeta xwecihî ya ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye danîn dest bi nûjenkirina dibistanan kiriye, li ser dîwaran wêneyên leşkerên Rûsî hatine çêkirin ku çawa zarokan diparêz in.

Berpirsa Pirtûkxaneya Dibistanê Larisa Volodyuk dibêje "Ji despêka havînê ve pirtûk ji me re tên. Wek pirtûkên rênmayiyan bo mamosteyan, îro jî pirtûkên xwedekaran ji me re hatin. Hemû pirtûk bi zimanê Rûsî ne. Pirtûkên Ukraynî êdî li ba me nemane."

Li Herêma Donetskê ku ji sedî 60ê wê di destê Rûsya de ye, di encama şerê hêzên Rûsî û Ukraynî de zirar gihiştiye 594 saziyên perwerdehiyê, 263 ji wan dibistan in. derdora 40 hezar zarok li wê derê mane ku hejmara wan berî şer nêzîkî 275 hezar zarok bûn.

Destpêka Îlonê demsala xwendinê li Ukraynayê destpê dike. Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî ji ber şer zirar gihiştiye derdora 2 hezar û 300 dibistanên Ukraynî, ji wan 286 bi temamî wêran bûne, herwiha derdora 3 hezar û 500 saziyên perwerdê niha koçber di wan de dijîn, bi vî awayî tê texmînkirin ku derdora 3 milyon û 600 hezar zarokên wî welatî ji xwendinê bêpar bimînin.