Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas di daxuyaniyekê de behsa nîgeraniya welatê xwe yên derbarê karkirina kompaniyên almanî li Tirkiyê de axivî û ragihand, ku kompaniyên almanî weberhênana li Tirkiyê bi metirsîdar dibînin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Pênşemiyê di çaçroveya geşteke fermî de serdana Almanyayê dike û dê bi rayedarên wî welatî re hevdîtinan pêk bîne. Lê berî vê serdanê, Wezîrê Derve yê Almanyayê di daxuyaniyekê de nîgeraniyên Berlînê yên derbarê têkiliyên aborî yên bi Tirkiyê re anî ziman.
Li gor medyaya Almanyayê jî kompaniyên wî welatî guvaşên li ser hikûmeta Almanyayê zêde kirine û daxwaza garantiya yasayî dikin.
Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas berî serdana Erdogan bo Almanyayê ji medya welatê xwe re axivî û da zanîn, ku kompaniyên Almanî karê weberhênanê li Tirkiyê bi metirsîdar dibînin û got: "Ev yek zêdetir ji bo karmendên Tirk bûye cihê metirsiyê. Eger karmendên Tirk bibin qurbaniyên dadweriya Tirkiyê, ev yek qet alîkariya zêdebûna daxwaza weberhênanê nake.
Tê çaverêkirin ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan 2 rojan li Almanya bimîne û li gel karsazên diyar ên Almanyayê jî bicive û daxwazê ji wan bike ku li Tirkiyê weberhênanê bikin.
Recep Tayyip Erdogan tevî hevdîtina Serokomarê Almayayê Frank-Walter Steinmeier dê ligel Şêwirmenda Almanyayê Angele Merkel jî bê bav hev.
Li gor malpera Serokomariya Tirkiyê, peywendiyên aborî, siyasî, berevanî û kulturî yên di navbera Tirkiye û Almanyayê de, herwiha rewşa Sûriyê û Idlibê dê mijarên sereke yên hevdîtinên Erdogan ligel rayedarên hikûmeta Almayayê bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse