Trump jinek bo postê dadwerê Dadgeha Bilind a Amerîkayê destnîşan kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê jinek bo postê dadwerê Dadgeha Bilind a Amerîkayê destnîşan kir û got, ew dê berevaniyê li maf û azadiyên Amerîkayê bike.
Donald Tump di kampanya hilbijartinê de li bajarê Middletown ê Wilayeta Pennsylvania li rojhilatê Amerîkayê ragihand ku bi şanazî Barrett bo postê dadwerê Dadgeha Bilind a Amerîkayê kiriye berbijêr. Trump wek henek got: “Barrett zanayeke warê yasa ye û keseke bi hiş û jîr e, lê tenê hinekî ji Joe Biden jîrtir e.”
Dadwerên Dadgeha Bilind a Amerîkayê ji 9 dadweran pêk tên û piştî koça dawî ya Ginsburg, tenê 3 dadwerên lîberal mane û bi destnîşankirina Amy Barrett, balansa konservatîvên dadgehê bo 6 dadwer bilind dike, ev jî bandoreke zêde li proseya dengdana derbarê mijarên civakî û pirsa azadî û maf û peywendiyên navbera wilayetan dike di warê siyasî û îdarî de.
Donald Trump, Serokê Amerîkayê dibêje, “Her niha ji Rose Garden a Koşka Spî hatime ku li wê derê min bi şanazî Dadwer Amy Barrett bo postê Dadgeha Bilind a Amerîkayê berbijêr kir. Dadwer Barrett keseke xwedan hişekî yasayî yê bilind e, ew zanayeke ji hedbider jîr e.”
Serokê Amerîkayê got jî, “Wê dema ku xwendekar bûye, ew xwendekara jimare yek bûye, profesorê wê jî li zanîngehê got ku ew gelekî baş bûye, wate hinekî ji Biden jîrtir e, hun çi dibêjin? Ya rast Barrett hewqasî jîr e ya baş ew bû xwe kiriba berbijêra Serokatiya Amerîkayê. Ji hemûyî girîngtir Amy li Dadgeha Bilind berevaniyê li maf û azadiyên we dike ku Xwedê daye we, belê wî karî dike.”
Destnîşankirina Amy Coney Barrett bo postê dadwerê Dadgeha Bilind a Amerîkayê piştî koça dawî Dadwer Ruth Bader Ginsburg di 18ê vê mehê de tê û dijî xwesteka demokratan e ku daxwaza ragirtina danîna dadwerê dadgehê kirin bo piştî hilbijartina serokatiya Amerîkayê di roja 3ê Mijdara 2020an de.