DER SPIEGEL a vê hefteyê: Kurd li hemberî terorê
Düsseldorf (Rûdaw) - Mezintirîn kovara almanî DER SPIEGEL şerê kurdan yê li hemberî DAIŞê kiriye berga hejmara vê hefteyê.
Manşeta vê hefteyê ya DER SPIEGELê, “Bi tenê li hemberî terorê. Pêşveçûna Dewleta Îslamî û şerê kurdan yê bi tena xwe.“ Li ser 11 rûpelên kovarê behsa şerê kurdan li hemberî rêxistinên îslamîst tê kirin.
Bi tîraja xwe ya nêzîkî 900 hezarî û hejmara xwendevanan ya heftane 6 milyonî, DER SPIEGEL kovara herî zêde li Almanya û Ewropayê tê firotin û xwendin e. DER SPIEGEL a ku di sala 1947ê de dest bi weşana xwe kir, li Almanyayê weke bibandortirîn dezgeha çapemeniyê tê hejmartin.
Di van çend mehên borî de di tevaya çapemeniya almanî de bi berfirehî behsa bûyerên li Kurdistanê û şerê kurdan li hemberî îslamîstên tundrew tê kirin.
Herwiha di piraniya çapemeniya almanî de bi şêwazekî erênî behsa şerê kurdan li hemberî îslamîstên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) tê kirin û wêneyekî gelekî erênî yê kurdan tê belavkirin.
Hêjayî behskirinê ye ku di agahdarkirina xwendevanên xwe derbarê bûyerên li Kurdistan, Sûrî û Iraqê de, ji bilî gelek dezgehên din yên navnetewî, DER SPIEGEL jî bi berdewamî Rûdawê weke çavkanî bikartîne.