Almanya: Ji bo qaçaxçiyan cezayên tund hene
Hewlêr (Rûdaw) - Polîsên Federal ên Almanyayê ji Rûdawê re ragihand ku di çarçoveya yasaya dersînorkirina penaxwazên ku daxwazên wan hatine redkirin de, ji 2024an ve ji bo qaçaxçiyan cezayên tund hatine pesendkirin.
Polîsan her wiha diyar kir ku ew ji bo kêmkirin û rêlibergirtina bazirganiya bi mirovan, li ser asta "welat û navneteweyî" dixebitin.
Christin Mauel a ji Nivîsgeha Çapemeniyê ya Birêvebiriya Polîsên Federal ên Almanyayê li ser bazirganî û qaçaxçîtiya mirovan û dersînorkirina penaberan pirsên Edîtora Deska Navneteweyî ya Rûdawê Kehî Mehmûdê bersivandin
Christin Mauel derbarê tedbîrên ji bo rêlibergirtina bazirganiya bi mirovan û qaçaxçitiyê ragihand ku wan gavên pêwîst avêtine.
Nivîsgeha Çapemeniyê ya Polîsên Federal ên Almanyayê da zanîn ku Parlamentoya Almanyayê ji Sibata 2024an ve ji bo qaçaxçitiya biyaniyan cezayên tund pesend kirine.
Hevkariya navneteweyî
Mauelê di bersiva pirsa li ser hevahengiya wan a li seranserê Ewropayê û bi Brîtanyayê re ya ji bo rêlibergirtina derbasbûna koçberan, di nav de jî bi rêya Kanala Îngilîz got:
"Ji bo rûbirûbûna tawanên qaçaxçîtiyê, Polîsên Federal ji nêzîk ve bi hevkarên xwe yên niştimanî û navneteweyî re dixebite."
Christin Mauelê her wiha amaje pê kir ku hevahengî û hevkarî gelek war û welatan li xwe digire, di nav de Fransa, Belçîka, Holenda û Brîtanya.
Wê rayedarê her wiha ragihand ku di çarçoveya wê hevkariyê de ew agahiyan bi lez parve dikin û eger pêwîst bike, lêkolînên hevbeş dikin.
Brîtanyayê Çiriya Pêşîn a 2024an belav kiribû ku piraniya keştiyên biçûk ên ku di Kanala Îngilîz de ji bo veguhestina koçberan ber bi Brîtanyayê ve tên bikaranîn, li Çînê tên çêkirin lê qaçaxçî wan li Almanyayê di depoyan de vedişêrin.
Piştî wê, hikûmetên Almanya û Brîtanyayê Tîrmeha 2025an rêkeftinek ji bo rûbirûbûna koçberên neyasayî ragihand.
Li gorî wê rêkeftinê, Berlînê soz da ku yasayên cezakirina bazirganiya bi mirovan tundtir bike.