Galeriya wêneyan

27-11-2023
14 Photos

Hemasê di êrişa 7ê Çiriya Pêşînê yê li Îsraîlê de herî kêm 240 Îsraîlî û biyanî dîl girtin.

Di agirbestê de 58 kes ji wan di sê rojan de li hemberî berdana hejmarek girtiyên Filistînî hatin berdan.

Çekdarên Hemasê di 3 qonaxan de dîl berdan.

Di cara yekem de 24 dîlên ku 13 ji wan Îsraîlî û yên din biyanî bûn hatin berdan.

Cara duyem 17 kesên din ku 13 Îsraîlî û yên din biyanî bûn ji aliyê Hemasê ve hatin berdan.

Cara dawî jî şeva borî Hemasê 17 kes berdan ku dîsa 13 Îsraîlî û yên din biyanî bûn berdan.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî got:

“Me bi hemû dîlan re hevdîtin kir û em bi wan re axivîn, pirs ji wan kirin û her yek ji wan li cîhanekê ye.

Hinek dîl tiştan tînin bîra xwe û hinek ji wan tiştek nayê bîra wan.”

Daniel Hagarî li ser guherîna dîlan û girtiyan jî got:

“Pêvajoya guhertinê tevlîhev e. Divê em aram bin. Her roj wekî operasyonekê ye. Baregeheke me ya îstîxbaratê heye ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve bi saziya ewlehiya giştî û Mossadê re tê birêvebirin.”

Hemas û Îsraîl bi navbeynkariya Qeter û Misirê agirbesteke 4 rojî ragihandin.

Beşa sêyemîn a dîlan şeva borî hat guhertin.

Agirbesta Hemas û Îsraîlê 24ê Çiriya Paşînê bi navbeynkariya Qeter û Misirê dest pê kiribû.

Wêne: AFP