Awistralyayê Supaya Pasdaran a Îranê xist lîsteya terorê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Awistralyayê ragihand ku wan Supaya Pasdaran a Îranê wekî "piştgira terorê" pênase kiriye û xistiye lîsteya terorê.

Wezîrên Karên Derve, Karên Navxwe û Serdozgerê Giştî yê Awistralyayê derbarê biryarê daxuyaniyeke hevpar belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku wan Supaya Pasdaran a Îranê wekî hêza yekem a biyanî xistiye lîsteya "piştgirên terorê".

Hikûmeta Awistralyayê destpêka salê ew lîste amade kiribû da ku rûbirûyê hewldanên "terorîstî" yên hêz û welatên biyanî bibe.

Awistralyayê meha Tebaxê Îran bi wê yekê tohmetbar kiribû ku par serperiştiya du êrişên li dijî Cihûyan ên li bajarên Sydney û Melbourneyê kiriye.

Her wiha hikûmetê roja Sêşemê 7 roj dem dabû Balyozê Îranê ku Awistralyayê biterikîne.

"Êrişên Îranê metirsîdar bûn"

Wezîra Karên Derve ya Awistralyayê di daxuyaniyê de got:

"Êrişên Îranê destdirêjiyeke bêmînak û metirsîdar bûn ku ji aliyê welatekî biyanî ve li ser axa Awistralyayê hatine organîzekirin.

Hikûmeta me li gorî hemû hikûmetên berê yên Awistralyayê rêkarên tundtir li hemberî Îranê girtine û ji bo parastina ewlehiya Awistralyayiyan hewldanên xwe didomîne."

Wezîrê Karên Navxwe yê Awistralyayê Tony Burke jî tekezî li ser pêbendbûna hikûmetê ya ji bo rûbirûbûna hewldan û êrişên li dijî Cihûyên Awistralyayê kir û got:

"Hemû Awistralyayî heq dikin ku di nava ewlehiyê de bin.

Vê nêrînê hişt ku Supaya Pasdaran a Îranê bikeve lîsteyê."

"Em dê rûbirûyê nijadperestiyê bibin"

Tony Burke her wiha anî ziman:

"Hikûmeta Awistralyayê dê hemû rêkaran bigire da ku rûbirûyê nijadperestiyê, bi taybetî jî kiryarên antîsemîtîzmê (dijberiya Cihûyan) bibe.

Hikûmet pêbend e ku piştrast bibe yasayên dijîterorê xurt û bi bandor in.

Ev çaksazî dê karê aktorên biyanî yên ku dixwazin zererê bidin Awistralya û civaka me zehmettir û metirsîdartir bike."

Serokwezîrê Awistralyayê Anthony Albanese meha Tebaxê Balyozê Îranê yê Canberrayê Ehmed Sadiqî dersînor kiribû.

Saziya îstixbaratê ya Awistralyayê Supaya Pasdaran bi şewitandina xwaringeheke Cihûyan a li Sydneyê û perestgeheke wan a li Melbourneyê tohmetbar kiribû.