PWK li Parlamentoya Danîmarkayê behsa doza Kurdan dike
Hewlêr (Rûdaw) - Heyeteke PWKyê li Parlamentoya Danîmarkayê, bi Hevpeymaniya Lîberal a Danîmarkayê behsa doza Kurdan kir.
Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk û heyeta pê re, li Parlamentoya Danîmarkayê bi Berpirsê Komîsyona Pêwendiyên Derve ya Hevpeymaniya Lîberal a Danîmarkayê Lars-Christan Brask re civiyan.
Ofîsa Ragihandinê ya PWKyê ragihand ku Mustafa Ozçelîk ji bo danîna pêwendiyan bi hinek partiyên Danîmarkayê re û lidarxistina semînerekê li wî welatî ye.
Heyeta PWKyê di çarçoveya vê serdanê de doh li parlamentoya Danîmarkayê hevdîtinek bi Hevpeymaniya Lîberal re pêk anî.
Di nav heyeta PWKyê de ji bilî Mustafa Ozçelîk Serokê Meclisa PWK-Ewropayê Merd Baran Boskan, Berpirsê Komîteya Danîmarkayê ya PWKyê Adnan Agacan û Endama Komîteya Danîmarkayê ya PWKyê Selma Akar cih girt.
Hevpeymaniya Lîberal niha di parlamentoya Danîmarkayê de xwedî 15 kursiyan e û piştgiriyê dide koalîsyona hikûmeta niha ya Danîmarkayê.
“Pirsgirêka Kurdan û doza girtina PWKyê”
Heyeta PWKyê di civînê de li ser doza Kurdan û Kurdistanê, daxwazên lezgîn ên gelê Kurd û doza girtinê ya li ser PWKyê agahî dan.
Her wiha rewşa Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê hat nirxandin û nêrînên partiyê hatin vegotin.
Rexne li helwesta Tirkiyeyê
Heyeta PWKyê bal kişand ser helwesta dewleta Tirkiyeyê û diyar kir ku Tirkiyeyê şerh daniye ser gelek peymanên navneteweyî yên ku îmze kirine û pêwîstiyên wan bi cih nayîne.
Heyetê her wiha derbarê “pêvajoya nû” ya ku niha li Tirkiyeyê tê meşandin jî agahî dan aliyê beramber.
“Divê Ewropa piştgiriyeke xurtir bide”
Heyeta PWKyê bal kişand ser rola Danîmarkayê ya ji bo mafên neteweyî yên Kurdan û ji Hevpeymaniya Lîberal a Danîmarkayê xwest ku “divê dewleta Danîmarkayê û dewletên Ewropayê bi awayekî xurtir piştgiriya mafên neteweyî, demokratîk, kulturî û mirovî yên gelê Kurd bikin.”
Nûnerê Hevpeymanîya Lîberal Lars-Christan Brask jî li ser siyaset û xebatên partiya xwe yên di warê mafên Kurdan û demokrasiya li Tirkiyeyê de axivî û girîngiya berdewamiya pêwendiyên bi PWKyê re anî ziman.