Tayland û Kamboçyayê li hev kir: Agirbest hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Tayland û Kamboçyayê ji bo rawestandina şer û bidawîanîna pevçûnên xwînî yên çend hefteyan ên li ser sînor, gihîştin rêkeftineke "lezgîn."

Bi vê rêkeftinê re hêviya vegera nêzîkî milyonek koçberên her du welatan zindî bû.

Komîteya Bilind a Taybet a Sînorî ya navbera her du welatan îro şemiyê 27ê Kanûna Pêşîn a 2025an daxuyaniyeke hevpar belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin,"Her du alî bi îmzekirina vê daxuyaniyê re gihîştin rêkeftina agirbesta lezgîn.

Agirbest îro ji saet 12:00an ve bi dema herêmî (16:00an bi dema Hewlêrê) dikeve warê cîbicîkirinê."

Rêkeftin hemû cureyên çekan li xwe digire û tê de hat gotin:

"Pêwîst e êrişên li ser welatiyên sivîl, saziyên sivîl, binesazî û armancên leşkerî yên li hemû herêman bên rawestandin."

Ev agirbest piştî sê rojan ji dan û standinên dijwar tê.

"Zêdetirî 40 kes hatine kuştin"

Şerê dawî yê di navbera her du welatan de bû sedema xisareke mezin.

Li gorî amarên fermî, di vê mehê de zêdetirî 40 kes ji her du aliyan hatine kuştin.

Her wiha nêzîkî yek milyon kes jî neçar mane ku malên xwe bihêlin.

Beriya îmzekirina rêkeftinê, her du welatan hevdû bi nûkirina êrişan tohmetbar dikir.

Wezareta Parastinê ya Kamboçyayê ragihandibû ku Taylandê bi balafirên şer ên F-16an zêdetirî 40 bombe avêtine herêmên sînorî.

Li hemberî vê yekê, medyaya Taylandê behsa topbarana dijwar a Kamboçyayê ya li ser gundan û xisara li xaniyên welatiyan dikir.

Serokwezîrê Taylandê Anutin Charnvirakul doh geşbîniya xwe ji bo serkeftina dan û standinan nîşan dabû û gotibû,"Hûn dikarin baweriya xwe bi Taylandê bînin, em her tim pabendî rêkeftinên xwe ne.

Bila ev bibe îmzeya dawî, da ku aştî vegere û xelkê me vegerin malên xwe."

Serokwezîrê Taylandê amaje pê kir ku ev rêkeftin pişta xwe dide wan xalên ku di çiriya pêşîn de li ser li hev kiribûn.

Di nav wan xalan de paqijkirina deverên sînorî ji mayînan, vekişîna çekên giran û rêdayîna çavdêrên navneteweyî ji bo şopandina rewşa agirbestê hene.

Nakokiya di navbera Kamboçya û Taylandê de dîrokî ye û bi diyarkirina sînorê 800 kîlometreyî yê di navbera wan de ve girêdayî ye.

Dîroka vê nakokiyê vedigere serdema kolonyalîzmê (dagirkeriyê), bi taybetî jî li ser şûnwarên olî û dîrokî yên herêmê.

Çîn, Amerîka û Malezyayê ji bo pêkanîna vê agirbestê roleke sereke lîst.

Serokwezîrê Kamboçyayê Hun Manet eşkere kir ku wî pêwendiyeke telefonî bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re kiriye da ku rêyekê ji bo parastina agirbestê bibînin.