Tirkiye û Bulgaristanê li dijî koçberiyê hêzên xwe kirin yek
Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiye û Bulgaristan ji bo têkoşîna li dijî koçberiya neyasayî hêzên xwe dikin yek.
Parêzgariyên Edirne û Kirklareliyê û birêvebiriyên ewlehiyê yên bajarên Burgaz, Haskoy û Yambolê yên Bulgaristanê dê projeyeke hevpar bimeşînin.
Meclisa Giştî ya Bajêr a Edirneyê ev projeya stratejîk pesend kir.
Armanca projeyê ew e ku ewlehiya sînoran derxînin asta herî bilind.
Budceya projeyê 1,7 milyon euro ye û dê 24 mehan bidome.
Di çarçoveya projeyê de kapasîteya hêzên ewlehiyê yên her du welatan dê were zêdekirin.
Her wiha dê binesaziya teknolojîk were xurtkirin û sîstemên nû yên kamerayan li sînoran bên bicihkirin.
Birêvebiriya Karên Navxwe ya Herêma Burgazê ya Bulgaristanê serperiştiya projeyê dike.
Ji budceya giştî ya milyonek û 730 hezar euroyî, 651 hezar û 692 euro ji bo Parêzgariya Edirneyê hatiye veqetandin.
Seroka Meclisa Giştî ya Bajêr Çîgdem Gegeogluyê piştî civînê daxuyanî da û got ku koçberî yek ji pirsgirêkên herî mezin e.
Gegeogluyê diyar kir ku li navçeyên sînorî zehmetiyên mezin dikişînin û hêvî kir ku bi vê projeyê ewlehiya sînoran xurttir bibe.