ALMANYA - Qasim Tahir Salih: Armanca min ew e ku bibim wezîr
Dusseldorf (Rûdaw) - Bernameya Diyasporayê ya Rûdawê vê hefteyê li Parlamentoya Almanyayê bû.
Pêşkêşkarê Rûdawê Hêmin Ebdullah bi Parlamenterê Kurd Qasim Tahir Salih re hevdîtinek pêk anî.
Qasim Tahir Salih ku xelkê Zaxoyê ye, di hilbijartinên pêşwext ên Sibata 2025an de ji bo cara duyem wekî parlamenter hat hilbijartin.
Di sala 2025an de yek ji destkeftiyên girîng ên Kurdan li Almanyayê, çûna 7 Kurdan bo Parlamentoya Federal a Almanyayê bû.
Bi înîsiyatîfa Qasim Tahir Salih, niha komeke dostaniya Kurdan di wê parlamentoyê de heye.
Qasim Tahir Salih di hevpeyvînê de behsa karên xwe, astengiyên siyasî û planên xwe yên paşerojê kir.
"Zaxo destkeftiyeke dîrokî ye"
Di destpêka guftûgoyê de behsa serkeftinên Tîma Zaxoyê hat kirin.
Qasim ku di 10 saliya xwe de çûye Almanyayê, wekî alîgirekî tîmê pesnê wê destkeftiyê da û ew wekî "destkeftiyeke dîrokî" bi nav kir.
Parlamenterê Kurd diyar kir ku ew bi xwe jî werzişvan e û di Tîma Futbolê ya Parlamentoya Almanyayê de wekî êrişber (forvet) dilîze.
Siyasetmedarê Kurd da zanîn ku sala 2022yan li gel tîma xwe Kupaya Parlamentoya Ewropayê bi dest xistine ku li Helsinkiyê hatibû lidarxistin.
Pirsgirêka avê û guherîna avhewayê
Hevpeyvîn li hola Komîsyona Aborî û Enerjiyê ya Parlamentoya Almanyayê hat kirin.
Qasim Tahir Salih li ser pirsa "Gelo te li vir behsa Kurdistanê kiriye?" got:
"Min behsa pirsgirêka avê ya li gel Tirkiyeyê, mijara bendavan û guherîna keşûhewayê ya li Kurdistanê kiriye."
"Dengê Kurdan xurt dikin"
Parlamenterê Kurd hejmara Kurdên li Almanyayê di navbera 3 heta 4 milyon kesî de texmîn kir.
Qasim Tahir Salih ragihand ku yek ji armancên sereke yên Koma Parlamenterên Kurd, bihêzkirina dengê Kurdên Almanyayê di nava saziyên wî welatî de ye.
Her wiha kom hewl dide dengê parçeyên din ên Kurdistanê, bi taybetî Rojavayê Kurdistanê bigihîne hikûmet û Parlamentoya Almanyayê.
Hilbijartinên dijwar ên 2025an
Qasim Tahir Salih, ji bo xula duyem li ser lîsteya Partiya Keskan (Die Grünen) bû endamê parlamentoyê.
Parlamenterê Kurd li ser hilbijartinên Sibata 2025an got ku ew pêvajoyeke dijwar bûye.
Li gorî gotina Qasim Tahir Salih, ji ber ku partiya wî ketibû rewşa mixalefetê û partiyên rastgir ên dijberî penaberan xurt bûbûn, karê wî zehmet bûye.
Tevî ku dem kêm bû jî ew karî bû serkeftî be û careke din bigihîje parlamentoyê.
Baerbockê çima rê neda koma Kurdan?
Sala 2023yan, hejmarek parlamenter û dostên Kurdan, xwestin di Parlamentoya Almanyayê de komekê ji bo pirsgirêkên Kurdan ava bikin.
Qasim Tahir Salih eşkere kir ku Wezîra berê ya Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, heta 2 salan rê nedaye ku ew kom ava bibe.
Salih sedema vê yekê wiha rave kir:
"Bi hinceta hilbijartinên Tirkiyeyê û ji bo ku têkiliyên wan ên li gel hikûmeta Tirkiyeyê tûşî pirsgirêkan nebin, rê nehat dayîn."
Parlamenterê Kurd da zanîn ku ew aştiya li Tirkiyeyê û daxwazên siyasî û çandî yên Bakurê Kurdistanê girîng dibînin.
Naskirina jenosîda Kurdên Êzidî
Qasim Tahir Salih li ser karên xwe yên li parlamentoyê got ku ew bi naskirina jenosîda Kurdên Êzidî serbilind e.
Qasim Tahir Salih bi bîr anî ku sala 2023yan rola wan di naskirina komkujiya Kurdên Êzidî de wekî jenosîd de hebû û ev yek wekî "gaveke pir girîng" pênase kir.
Her wiha wî diyar kir ku di dema şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, wan piştgirî daye dengê jinên Kurd.
Armanca wezaretî ye
Qasim Tahir Salih li ser planên xwe yên paşerojê jî axivî.
Parlamenterê Kurd eşkere kir ku eger Partiya Keskan bikeve hikûmetê, ew dixwaze bibe wezîr.
Eger ev xewn pêk were, ew dê bibe yekemîn Kurd ku wê postê li Almanyayê werdigire.
Li ser Kurdên Berlînê jî wî got, "Kurdên li Berlînê bihêz û çalak in, 30-40 sal in li vir dijîn û dizanin çi dixwazin."